Yek ji bivê nevêya ser sifreyan: Gihayê Zûzaxê

img

AMED - Gihayê Zûzaxê ku li deverên qelaç ên navçeya Pasûrê şîn tê, yek ji berên bivênevê yên ser sifreyan e. 

Gihayê Zûzaxê ku di biharê de li deverên biqelaç ên navçeya Pasûr a Amedê şîn tê, bi hatina biharê re dest bi berhevkirina wê hat kirin. Ji ber ku gihayekî ziravik û biçûk e berhevkirina wê hinekî zehmet e. Zûzax ku li quntarên çiyayan şîn tê, piştî mehekê qert dibe û hişk dibe. 
 
ÇAWA TÊ XWARIN Û ÇÊKIRIN?
 
Şêniyên mezrika Kîpovîtê ya gundê Akçesêrê, diçin Zûzaxê ji quntarên Çiyayê Karposê berhv dikin û tînin navçeyê. Zûzax, ewilî hûrik hûrik tê jêkirin û paşê dixin conî. Piştî xwê tev li nav tê kirin bi qasî 20 deqeyî tê kutandin. Dû re li ser tepsiyan tê raxistin û hişkirin. Di çend salên dawî de li navçeyê welatî êdî dest bi firotina Zûzaxê jî kirine. 
 
Piştî hişk dibe li se rhêk, kartol, xiyar û firingiyan tê kirin. Ji ber tahmeke wê ya xweş heye, yek ji berên bivê nevê yên ser sifreyan e.