Pira Malabadê jî nesîb ji pandemiyê girt, niha tena û bêdeng e

img
AMED – Pira dîrokî ya Malabadê, çendî ku îsal ji ber şewba vîrûsa coronayê bêdengiyek xwe lê danîbe jî, lê belê bi xemla xwe û dîmena ku dide der mirov heyr û hejmekar dihêle. 
 
Îsal ji ber vîrûsa coronayê (Covîd-19) cih û warên dîrokî yên di biharê de xemla wan xweşiktir dibe jî bêdeng in û kes nikare serdana wan bike. 
 
Cih û warên dîrokî yên her sal di biharê de bi hezaran turîstên xwecihî û biyanî serdana wan dikirin, îsal ji ber pandemiya Covîd-19'yê ku li seranserê cîhanê belav bûye, bêdeng û tenha ne. Yek ji van deverên dîrokî jî Pira Malabadê ye ku di navbera navçeya Farqînê ya Amedê û Êlihê de ye. Di van rojên bihara rengîn de ku derdor bi kulîlk, giya û şînahiya xwezayê xemiliye, pir jî bi keskahiya ava çem û rengên biharê kirasekî biharî li xwe kiriye û ev dîmena wê ya nuwaze dilê mirovan dibijîne xwe.  
 
Li aliyê din jî rêya bejahiyê ya di ber pira dîrokî de hatiye çêkirin jî ji ber coronayê ji çûnhatinê re hatiye girtin. Tabeleyek li se rhatiye çikandin û li ser tabelayê hatiye nivîsandin: “Ev rê di çarçoveya giştînameyê de hatiye girtin.”
 
PIRA MALABADÊ?
 
Pira Malabadê ku di sala 1147’an di serdema Artûklûyan de li ser Çemê Batmanê ku sînorê Amed û Êlihê digihîne hev hatiye çêkirin, her sal bala bi hezaran geştiyaran dikişîne. Dirêjiya Pirê 150 metre ye û bi kevirên neqişandî hatiye çêkirin. Pir, bi mîmariya ku nîvê wê bilind û tûjîk e hatiye çêkirin. 
 
MA / Bîlal Guldem