Romana nû ya nivîskar Metîn Aktaş derket

img
AMED – Romana nû ya nivîskar Metîn Aktaş a bi navê “Bozkir Gulu (Gula Çolê)” derket. Aktaş di romanê de behsa çîroka gundekî kurd ku meleyek dişînin wir dike.
 
Romana 17’emîn a nivîskar Metîn Aktaş bi navê “Bozkir Gulu (Gula Çolê)” ji Weşanên Fam derket. Di van rojên ku însan li dijî şewba vîrûsa koronayê têdikoşe ev romana 264 rûpelî xwîneran jî dibe nava hestek dûr û kûr. Aktaş di romana xwe ya nû de tiştên ku li çolê diqewimin bi çavê keçikek 13 salî vedibêje û piştî demek kin guhertina li çolê pêk tê bi zimanek bibandor vedibêje. Guhertina li çolê ango li gund bi şandina meleyek ku ji mezhebe selefî ye û ji aliyê dewletê ve dişînin wê mizgefta li gund çêkirine dest pê dike.
 
Aktaş destnîşan dike ku guhertina li vî gundekî biçûk ê li deştê li her devera welat heman tişta li wî gundî diqewime li gundên din jî diqewime. Aktaş vê yekê jî bi jiyana feodal ve girê dide û diyar dike ku hêj feodalite serdest e.
 
MA / Lezgîn Akdenîz