Defîneger Elo Dînoyê texrîb dikin

img
ŞIRNEX - Qesra Elo Dîno û avahiyên nêzî wê ku ji ber bêxwedîtiyê hindik mane bi temamî hilweşin, niha jî bûye hedefa defînegeran.
 
Qesra Elo Dîno ku tê gotin di sedsala 16'emîn de hatiye çêkirin û li nêzî gundê Bafê yê navçeya Hezex a Şirnexê ye, her diçe bêtir tê texrîbkirin û niha jî bûye hedefa defînegeran. 
 
Qesra Elo Dino, li qeraxa Çemê Dîcleyê ye. Ji ber bêxwedî maye hema bêje tenê dîwarê wê mane. Qesra Elo Dîno ku her sal van çaxan bi sedan kes serdanê wê dikin, îsal ji ber vîrosa coronayê tena û bêdeng e. Lê belê defînegerên ev bêdengî ji bo wan bûye firsend, hundirê qesrê û derdora wê kolandine û amûrên wan ên kolandinê jî li wir mane. 
 
ELO DÎNO KÎ YE? 
 
Elo Dîno ku li dijî zext û zoriyên Osmaniyan û Mîr Mihemed ên ji bo bacê, ciwanên li Bafê birêxistin dike û li ber xwe dide. Di demeke nêz de navê wî belav dibe. Elo Dîno û hevalên xwe li wî aliyê gund kelehekê çêdikin û herêm dikeve bin destê wan. Elo Dîno, xelekê davêje nava Çemê Dîcleyê û ji keştiyên bazriganiyê baxê distîne û piştî demekê ciwanên li gundên derdorê jî tîne cem xwe. Paşê komployek lê tê gerandin û tê zevtkirin. Lê belê dîsa jî di zindana îr de serî li ber îşkenceyê natewîne. Piştî demekê ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dide. 
 
ZÊMARA KEÇA WΠ
 
Piştî vê keça wî Seyran ji bo wî zêmarekê dilewbîne: "Weylê.., Kelha Bafê li belevanê / Kelha Bafê ya rengîn yadê li belevanê / Van tacir û kelekvana ji Diyarbekirê kelekên xwe berdanê / Weleh, qefla van kelekan li ber qesra bavê mi Seyranê / Yadê, tu wê xêrê bikê xêrê bi çavê xwe nebînê / Çawa te nehêla ez bi bavê xwe re têr bigerim ser hasilan û demanê / Yadê, weyla li min rebenê / Li min êsîrê / Xudê xirab bika mala Qaymeqamê Mûsil û zapitê Mihemed Begê Cizîrê / Çawa xeniqandin bavê min rebenê / Xwediyê şebekan û zincîrê.”
 
MA / Mujdat Can