Hejmara 14’emîn a kovara Dilopê derket

img
AMED – Hejmara 14’emîn a kovara Dilop a gulan û pûşperê derket. Kovar ji ber koronayê vê hejmarê wek PDF hat weşandin. Kovar bi dosyeya tevkujiyên ji damezrandina komarê heya îro li ser kurdan didomin kiriye mijara xwe.
 
Kovara du mehî ya çand, huner, polîtîkayê Dilop, bi hejmara xwe ya gulan-pûşperê derket. Kovar vê hejmarê ji ber pandemiya koronayê weke PDF hate weşandin û dê di 6ê Gulanê de li ser hesabên kovarê yên medyaya civakî û li ser malpera kovarê ya ku tê amadekirin dê bo xwîneran bê parvekirin û xwînerên ku bixwazin dê karibin bêpere daxînin û bixwînin.
 
DOSYE LI SER TEVKUJIYAN E
 
Kovarê di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser "Stratejiya avakirina Komarê û di 99 saliya xwe de Tevkujiya Koçgiriyê" amade kiriye. Dosya ji aliyê Gultekîn Uçar (Endamê Lijneya Rêveber a Avakar a Komeleya Çandî ya Koçgirî) ve hatiye amadekirin. Uçar derheqê Koçgiriyê de lêkolîneke berfireh pêşkêş kiriye. Ji bilî vê Ayşe Hurê jî bi "Sal 1921: Serhildana Koçgirî, Alîşêr û Zarîfe" (bi tirkî) beşdarî di dosyeyê kiriye.
 
SEDSALIYA APÊ MÛSA
 
Kovarê bi boneya 100 saliya Apê Mûsa, ew kiriye berg û hevpeyvîna ku Firat Cewerî di sala 1990î de ligel Apê Mûsa kiribû weşandiye. Ligel vê hevpeyvînê helbesteke Arjen Arî ku li ser Apê Mûsa nivîsandiye jî hatiye weşandine.
 
SOVYET Û KURD
 
Di vê hejmarê de kovarê li ser têkiliyên kurdan û sovyetê jî ciheke berfireh veqetandiye. Nivîsek ji aliyê Eskerê Boyîk ve bi boneya 90 saliya Rojnameya Riya Teze hatiye nivîsîn. Boyîk di nivîsa xwe de qal dike bê piştî Şoreşa Cotmehê de kurdan çi derfetên pêşketî bidest xistin û bi van derfetan re sermeselê di warê çapemeniyê de çi karên hêja kirin. Nivîseke din a li ser kurdan û sovyetê ji qelema Yusuf Karataş nizilî ye. Karataş, bi nivîseke berfireh bal kêşaye ser Komara Mehabadê û dibêje Yekîtiya Sovyetan li dijî kurdan nîne û heke meriv wê li dijî kurdan nîşan bide wê ti xêra wê ji azadiya neteweyî ya kurdan re tunebe.
 
YEKEM ŞERÊ BIYOLOJÎK
 
Mesut Alp di vê serdema koronayê de bi sernavê "Yekem şerê biyolojîk: Şerê Nisêbînê" nivîseke balkêş nivîsandiye. Alp berê xwîneran dide Nisêbîna sedsala 5. û şerê navbera Sasanî û Romayê. Arkeolog Alp, teknîka ku Sasanî bikar tînin weke teknîkeke biyolojîk bi nav dike û dibêje ev yekem şerê biyolojîk e.
 
Lêkolîner Zeyneb Yaş ku ev demek e nemaze li ser muzîkarên kurd ên jin lêkolîna xwe didomîne di vê hejmarê de bi nivîsa xwe ya li ser Îran Xanê (Mucered)" cih girtiye. Hevpevyînan Înanç Yildiz a ligel Şerefhan Aydin li ser rewşa dawî ya nava Sûrê agahiyên girîng dide; Aydin di wexteke nêz digel heyetek çûbû nava Sûrê û çavdêriyan kiribû.
 
Her wiha Bariş Avşar, Eyşana Beravî, Îbrahîm Karaca, Miradê Miradan, Hatice Yildiz, Evîn Şikakî û Elîf Eser bi nivîsên xwe; Ulku Bîngol bi çîroka xwe; Şêrko Bêkes, Adonîs û Firat Keklîk bi helbestên xwe ked dane kovarê.