Nivîskar Robar: Em ne ziman, ne ruh, ne jî bedenê bikujin

img

ŞIRNEX - Nivîskar Bahattîn Robar, anî ziman ku tenê di 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de xwedîderketina li kurdî wê asîmlasiyonê ji holê raneke û got: "Ziman, wekî ruhê mirov e. Heger tu ji zimanê xwe dûr bikevî, tu yê ji ruhê xwe jî dûr bikevî. Em ji ruhê xwe dûr nekevin û bedena xwe nekujin." 

15'ê Gulanê roja weşana Kovara Hawarê, ji sala 2006'an ve wekî Cejna Zimanê Kurdî yê pîrozkirin. Endamê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Bahattîn Robar bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî û got, ji bo ziman winda nebe pêdivî bi xebat û hewldanan heye.
 
Robar, destnîşan kir ku li ser kurdî polîtîkayeke dijwar heye û got: "televîyonên kurdî, radyo û rojname hatin girtin. Ji xeynî vana talûkeyeke hîn mezintir heye ku em nabînin. Her diçe hejmara kesên bi kurdî diaxivin kêm dibe. Ziman bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye. Zarokên me bi zimanên din diaxivin. Mirov dibêjin 'ma ez bi zarokên xwe re, bi hevalên xwe re bi tirkî baixivim wê çi bibe." 
 
BERPIRSIYARΠ
 
Robar, destnîşan kir ku li her qadê zext û zorî liser ziman hene û got, gava qeyûm hatin taynkirin ewilî tabeleyên kurdî daxistin û malperên kurdî girtin. Robar, bal kişand ser zextên li ser kurdî ûg ot: "Ji bo tunekirina ziman jî zext didomin. Ziman ji hêlekê ve amûr û amrazeke asîmlekirin û biyanîbûna mirovî bi xwe ye. Loma divê em vê talûkeyê bibînin û li gor wê tev bigerin." 
 
Robar, diyar kir ku li cihekî wekî Cizîra Şirnexê êdî zarok bi tirkî diaxivin û got: "Dibe malbat heya derekê pêşî li vê yekê bigirin, lê wekî din dikeve ser milê derdorên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên din. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Gava kesek ne bi navê me lê bi navekî din ba me dike, li zora me diçe. Asîmlasiyona li ser ziman jî tiştekî wiha ye. Heger wisa dewam bike, em ê bi navekî xerîb û bi zimanekî xerîb bên naskirin." 
 
DIVÊ KURDÎ BIBE AWAYÊ JIYANÊ 
 
Robar, anî ziman ku bi boneya 15'êê Gulanê Cejna Kurdî gelek kes li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî parvekirinên xwe bi kurdî dikin, lê belê pişî vê rojê cardin des bi tirkî dikin. Robar, got: "Divê kurdî bibe awayê jiyanê. Niha herêm ne di w astê de ye ku Cejna Zimanê Kurdî pîroz bike. Çimkî ji her awayî ve kêmasî hene. Pêşî divê em van kêmasiyan temam bikin, paşê em Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin. Divê em kêmasiyên xwe yên di warê ziman de jî diyar bikin û bînin ziman. Divê bê nîqaşkirin, ji bo pêşvexistina ziman çi divê." 
 
PÊŞNIYARΠ
 
Robar, da zanîn ku îsal ji ber şewba coronayê wê bi awayekî girseyî pîrozbahiyê nekin û got: "Di jiyana xwe ya rojane de, li bazarê, li malê, li çarşiyê divê em li her derî bi zimanê xwe baixivin. Divê em bi vê cidiyetê nêz bibin. Ji ber pandemiyê em nikarin derkevin derve, lê divê em bi kurdî biaxivin, binivîsînin û bixwînin. Divê em beşdarî dersên onlîne bibin. Çimkî ziman, wekî ruhê mirov e. Heger tu ji zimanê xwe dûr bikevî, tu yê ji ruhê xwe jî dûr bikevî. Em ji ruhê xwe dûr nekevin û bedena xwe nekujin." 
 
MA / Mujdat Can