Behsa Baba Tahirê Uryan û dubeytiyên wî kirin

img

AMED - Prof. Dr. Qedrî Yildirim, di gotûbêja ku Tora Ziman û Çanda Kurdî li dar xist de, behsa jiyan û dubeytiyên Baba Tahirê Uryan kir û got: “Baba Tahirê Uryan di dîrok û baweriya gelê kurd de xwedî cihekî girîng e. Yekem nûner û zanayê zaravayê Lorî ye.”

Tora Ziman û Çanda Kurdî, di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, li ser hesabê xwe yê Instagramê der barê jiyana Baba Tahirê Uryan de gotûbêjek li dar xist. Gotûbêj bi moderatoriya Zimanzan Samî Tan hat lidarxistin û mêvanê gotûbêjê Prof. Dr. Qedrî Yildirim bû.

Prof. Dr Qedrî Yildirim, ewilî qala jiyana Baba Tahirê Uryan kir û got: “Baba Tahirê Uryan, di dîroka gel û baweriya gelê kurd de xwedî cihekî girîng e. Yekem nûner û zanayê zaravayê lorî ye. Zaravayê ku pê helbest gotine zaravayê lorî ye û xwe wek nûnerê zaravayê pehlewî jî nîşan dide.”

‘HINEK ÇARÎNÊN WÎ LI KONYAYÊ TÊN PARASTIN’

Yildirim, diyar kir ku nêzî 300 çarînên Baba Tahirê Uryan hene û got: “Yên ku piştî Baba Tahir hatine dinyayê di bin bandora wî de mane. Alema Ewropayê beriya kurda Baba Tahir nas kiriye. Kurd, mixabin di xwedîderketina li şexsên xwe de paşdemayî ne. Ewropayiyan xezelên wî ji windabûnê xelas kirine. Hinek çarînên wî li Muzeya Konyayê tên parastin. Helbestên wî yên di Muzeya Konyayê de hatine parastin û yên paşê hatine çapkirin dane berhev, lê nêrîne ku sedî sed bi zaravayên lorî hatine nivîsîn. Lê hinek kesên faris ku nijadperestiyê dikin, bi helbestên Baba Tahir leyîstine.”

Gotûbêj bi xwendina helbestên Baba Tahirê Uryan bi dawî bû.