Li girtîgeheke Kongoyê hewldana firarê: 129 kes mirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî girtiyên li girtîgeheke Kongoyê hewl dan firar bikin êriş hate kirin. Di êrişê de 129 kes hatin kuştin. 
 
Wezareta Karên Hundir a Komara Kongoya Demokratîk ragihand ku di şeva 1’ê îlonê de li Girtîgeha Makalayê hewldana firarê çêbû. Wezîr Jacquemain Shabani têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya X’ê agahî da û wiha got: “Heta niha 129 kes mirine û ji van 24 jê piştî hişyarkirinê hatine kuştin. 59 kes jî birîndar bûn.” Wezîrî têkildarî mirina kesên din agahî parve nekir. Li gorî malpera Jeune Afriqueyê hinek jin hatine tecawizkirin. 
 
Kapasîteya girtîgeha Makalayê hezar û 500 kes e lê pir zêde qelebalix e. Li gorî îstatîstîkên fermî, li girtîgehê di navbera 14 hezar û 15 hezar girtî tên ragirtin.