Li Îranê rojnamegerekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Sara Tavusî ku wêneyê kurê Cîgirê Serokkomar Mohammed Reza Aref ê tev li civîna hikûmetê bûbû kişand, bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Kurê Cîgirê Serokkomarê Îranê Mohammed Reza Aref ê bi navê Hamîdreza Aref di 3’yê îlonê de tev li civîneke hikûmetê bû ku li gorî fermiyetê diviyabû beşdar nebûya. Rojnameger Sara Tavusî jî wêneyê dema Aref tev li civînê bûyî kişand û nûçeya wê parve kiribû. Piştî parvekirina wêne û nûçeyê, Tavusî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Piştî nûçegihana sporê Tavusî wêneyê Aref parve kirî, hikûmeta Îranê têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Di rûniştina behsa xeberê de kişandina wêneyan qedexe bû. Diviyabû rojnamegerê wêne ne kişandibûya. Êdî dê destûr neyê dayin kesê behsa xeberê beşdarî civînan bibe.” 
 
Demekî kin piştî daxuyaniyê, Tavusî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniya ewil a têkildarî mirina Tavusî de sedema mirina wê weke ketina xwarê ya ji cihekî bilind hate nîşandan. Lê belê di belgeya mirinê de weke qezaya trafîkê hate nîşandan. Nîqaşên têkildarî mirina rojnamegerê hêj didomin.  
 
HAMÎDREZA AREF KÎ YE?
 
Hamîdreza Aref kurê cîgirê yekemîn ê Serokkomarê Îranê Mohammed Reza Aref e. Di demekî kin de dewlemend bû û gihişt rayeyên bilind. Vê yekê jî di raya giştî ya Îranê de rê li ber nîqaşan vekr. Hamîdreza Aref jî têkildarî mijarê got “Ez xwedî genên baş im û vê yekê kir ku ez dewlemend bibim.” 
 
Tê gotin ku Aref bi saya têkiliyên siyasî yên bavê xwe dewlemend bûye û jiyana xwe bi rantê didomîne.