Li DYA’yê êriş: 4 kes mirin, 21 kes birîndar bûn

  • cîhan
  • 13:40 22 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li eyaleta Alabama ya DYA’yê bi çekan êriş hate kirin. Di êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn. 
 
Li bajarê Birmingham ê eyaleta Alabama ya DYA’yê bi çekan êriş hate kirin. Di êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn. Li gorî nûçeya malpera înternetê ya “Al.com”ê; polîs Truman Fitzgerald daxuyanî da û got ku êriş saet derdora 23.00’ê hatiye kirin. 
 
Fitzgerald da zanîn ku di êrişê de 4 kes hatine kuştin û 21 kes jî birîndar bûne. Fitzgerald, got ku êrişkar hêj nehatiye girtin û derheqê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.