Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê

  • cîhan
  • 12:44 11 Cotmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2024’an dane saziya Nihon Hidankyoyê ku nûnertiya qurbaniyên bombeyên nukleerî yên li Hîroşîma û Nagasakiyê yên Japonyayê dike û kampanyaya dijî nukleerê dimeşîne. 

Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2024’an dan saziya rêxistina civaka sivîl Nihon Hidankyoyê ku ji hêla kesên di êrişa bombeya atomê yên li Hîroşîma û Nagasakî yên Japonyayê de rizgar bûbûn û bi navê “Hibakusha” tên naskirin ve hatiye avakirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku xelat ji ber xebatên saziyên yên li dijî bikaranîna çekên nukleerî û afirandina wan hatiye dayin. 
 
NIHON HIDANKYO ÇI YE? 
 
Saziya Nihon Hidankyo ji bo zextê li hikûmeta Japonyayê bike da ku piştevaniya bi mexdûrên çekên kîmyewî zêdetir bike û ji bo tunekirina çekên kîmyewî yên cîhanê xebatên lobiyan bimeşîne. Di avakirina Nihon Hidankyoyê de mexdûrên êrişên bombeya atomê yên li Hîroşîma û Nagasakiyê cih girtin. Ev kes bi navê “Hibakusha” tên naskirin ku wateya vî navî yên weke “Kesên ji bombeyê rizgar bûn” û “Dûçarên radyoaktîvîteyê” hene.