Parlamenterên Partiya Çep a Swêdê: Ji bo aştiya li Rojhilata Navîn ji Ocalan re azadî

  • cîhan
  • 10:52 2 Mijdar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterên Partiya Çep a Swêdê xwestin ku dawî li tecrîda 26 salan a li ser Abdulah Ocalan were û gotin, “Rakirina tecrîda li ser Ocalan, ji bo aştiya Rojhilata Navîn pêwîst e.”
 
Parlamenterên Partiya Çep a Swêdê Nadia Awad û Hakan Svenneling bi vîdeoyeke weşandin re xwestin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û ji bo mafên azadiya gelê kurd, bang kirin.
 
‘EM Ê BI HEV RE BI SER BIKEVIN’
 
Parlamentera Partiya Çep Orebrå ya Swêdê Nadia Awad diyar kir ku ew weke Partiya Çep dixwazin ku tecrîda 26 salan a ku Tirkiye li ser Abdullah Ocalan pêk tîne, bi dawî bibe û ev bang kir: “Em daxwaz dikin ku ji bo bi dawîbûna vê tecrîdê, Swêd di qada naveteweyî de bixebite û bi bandor bibe. Pêkanînên bi vî rengî nayên qebûlkirin.
 
Swêd, bi Tirkiyeya faşîst a mutefîkê NATO’yê re hevkariyê dike û daxwaz nake ku tecrîd bê rakirin. Tirkiyeyê gelek caran êrîşî Rojava kiriye û mafên mirovan binpê kiriye. Ev êdî nayê qebûlkirin. Divê hesabê kiryarên Tirkiyeyê, were pirsîn. Nayê qebûlkirin ku êrîşî kurdan bike û wan qetil bike. Weke Partiya Çep em dixwazin ku ev kiryar bên rawestandin. Mafê gelê kurd ê edalet û azadiyê heye. Em di vê têkoşînê de bi gelê kurd re ne û em ê bi hev re bi ser bikevin. Tecrîda li ser birêz Ocalan rakin! Bijî gelê Kurd!”
 
‘EM LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊDIKOŞIN’
 
Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê û Berpirsyariyê Têkîliyên Derve Hakan Svenneling jî pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ya ku di meha cotmeha sala borî de hate destpêkirin, bi bîr xist û got: “Rakirina tecrîda li ser Ocalan, ji bo aştiya Rojhilata Navîn pêwîst e.”
 
Svenneling diyar kir ku ew ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê têdikoşe û got: “Têkoşîna ku em ji bo girtiyên siyasî dimeşînin û hewldanên me, wê zextên li ser Tirkiyeyê zêde bikin. Bi vî rengî wê girtiyên siyasî azad bibin û tecrîda li ser Ocalan jî wê rabe. Em her roj ji bo vê yekê têdikoşin.”