Li Londonê di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de banga têkoşînê

  • cîhan
  • 21:07 2 Mijdar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya "Ji girtiyên nexweş re azadî, li dijî tecrîdê têkoşîn" ku her hefte li Londonê tê lidarxistin, hat destnîşankirin ku rêya azadiyê di şikandina deriyên Îmraliyê û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de derbas dibe.
 
Li paytexta Îngilistan Londonê ji aliyê Platforma Dengê Girtiyan (TSP), NADEK û UPOTUDAK'ê ve bi banga "Ji girtiyên nexweş re azadî, li dijî tecrîdê têkoşîn" li ber Pirtûkxaneya Woodgreenê çalakiyek hat lidarxistin.
 
Komîteya Pênagava ji Abdullah Ocalan re Azadî jî tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên siyasetmedarên girtî hatin hilgirtin û bênavber dirûşmeyên "Ji girtiyên nexweş re azadî", “Bimre faşîzm" û “Free Ocalan” hatin berzkirin.
 
Di axaftinan de hate gotin ku operasyonên di 4’ê Mijdara 2016’an de ji aliyê AKP’ê û rejîma faşîst a Erdogan ve li dijî HDP’ê hatin destpêkirin, ketiye sala 8’an û wiha hat gotin, “Dîktatoriya faşîst a Erdogan, hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û bi dehan siyasetmedar di 4’ê Mijdara 2016’an de girtin. Piştî salan Doza Komploya Kobanê vekir. Bi giştî 407 sal cezayê girtîgehê li HDP'iyan birîn. Em helwesta rast û berxwedana girtiyên ku bi dehan salan hatine cezakirin silav dikin û em hevgirtina xwe bi wan re radigihînin."
 
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku berdana girtiyên nexweş û têkoşîna li dijî tecrîdê parçeyekî girîng ê têkoşîna li dijî faşîzm û mêtngeriyê ye û wiha berdewam kir: "Ji ber vê yekê divê em ê li qadan bin û têkoşîna xwe bilind bikin. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan û tecrîda li Îmraliyê demildest bi dawî bibe."
 
'RÊYA AZADIYÊ DI ŞIKANDINA DERIYÊN ÎMRALIYÊ DE DERBAS DIBE’
 
Li ser navê Meclisa Gel a Kurd Alî Poyraz axivî û diyar kir ku ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha li zindanan li dijî dijberên sîstemê, şoreşger, sosyalîst û Kurdan êşkence û zextên mezin dike. Poyraz bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku rêya azadî û demokrasiya radîkal di şikandina deriyên Îmraliyê û azadiya Abdullah Ocalan de derbas dibe. Poyraz her wiha bal kişand ser girîngiya têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê.
 
Çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.