Li Cenevreyê ji bo Abdullah Ocalan çalakî

  • cîhan
  • 21:43 13 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên Cenevreyê bal kişandin ser mitînga Kolnê û gotin ku ew ê di 16’ê Mijdarê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biqîrin. 

Kurdistaniyên ku li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya rûniştinê li dar dixin, diyar kirin ku ew ê di çalakiya 16’ê Mijdarê de ku wê li bajarê Koln ê Almanyayê bê lidarxistin, azadiya Rêber Apo biqîrin.
 
Kurdistanî di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 25'ê Çileya 2021'an ve her roja Çarşemê li Meydana Natîonsê ya ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî lê ye çalakiya rûniştinê li dar dixin.
 
Çalakiya vê hefteyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo Fermandara HPG û YJA Starê Delal Amed ( Hulya Eroglu) ku 11’ê Mijdara 2017’an li Botanê şehîd bû, destpê kir.
 
Siyasetmedar Nurettîn Turgut bal kişand ser pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” û hevdîtina malbatê ya li Îmraliyê û wiha got: “Di vê hevdîtinê de Rêber Apo got ku tecrîd hîna dewam dike. Berdewamkirina tecrîdê ji bo me peyamekî ye. Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û polîtîkayên qeyûmê yên li bajarên Kurdan bi tecrîdê re girêdayî ye. Li dijî van polîtîkayan ku li ser bingeha dagirkeriyê dewam dike, bi taybet li dijî tecîdê di çarçoveya pêngavê de 2 sal in li seranserê Ewropayê çalakî tên lidarxistin.”
 
Turgut bi berdewamî got: “Di vê çarçoveyê de 16’ê Mijdarê bi beşdariya sed hezaran meş were lidarxistin. Em Kurdistaniyên li Ewropayê û tevahî gelê Kurd ê ji derveyî welat di 16’ê Mijdarê de li Kolnê azadiya Rêber Apo biqîrin.”