NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Reîms ê Fransayê û li bajarê Sandvîken ê Swêdê li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hatin lidarxistin.
Li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kurdistanî û dostên wan daketin qadan. Li Fransa û Swêdê li dijî êrişan gel nerazîbûna xwe nîşan da û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir.
SWÊD
Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Sandvîken ê Swêdê di pêşengiya Meclisa Gel a Gavleborgê de hatin ba hev, êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin. Hevseroka Meclisa Gel a Gavleborgê Jîn Hajo di çalakiyê de axivî û diyar kir Tirkiye dixwaze bi rêya komên paramîlîter destketiyên kurdan tune bike. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên mîna "Bijî Rojava" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
FRANSA
Li bajarê Reîms ê Fransayê bi pêşengiya endamên Tevgera Ciwanên Ciwan (TCŞ), çalakiya protestoyê hat lidarxistin. Meşa ku ji stasyona trenê ya navendî bi awayekî girseyî dest pê kir heta Qada Sube Fountain dewam kir. Bi daxuyaniyeke çapemeniyê êriş hatin şermezarkirin. Di meşê de dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo", "Bijî Rojava", "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û pişt re li ser navê Meclisa Gel a Reîmsê Mehmet Tolhildan li dijî êrişan banga xurtkirina têkoşînê kir.