Îsraîlê Xeze bombebaran kir

  • cîhan
  • 11:21 19 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê bi hinceta “lîsteya dîlgirtiyên dê bên berdan nehatiye teslîmkirin” Xeze bombebaran kir. 

Di navbera Îsraîl û Hamasê de agirbest û peymana pevguhertina dîlgirtiyan hatibû îmzekirin. Bi hinceta “lîsteya dîlgirtiyên dê bên berdan” ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu xwestibû nehatiye pêşkeşkirin, agirbest û peyman hatin taloqkirin. Berdevkê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) Danîel Hagarî, ragihand ku agirbesta diviyabû saet di 08.30’ê de biketa meriyetê, heta Hamas berpirsyartiyên xwe bicih tîne hatiye taloqkirin û heta wê demê jî dê artêşa Îsraîlê êrişên leşkerî yên li Xezeyê bidomîne. 
 
Hamasê jî diyar kir ku ew girêdayî peymana agirbestê ne û got; “Sedema derengmayina lîsteya dîlgirtiyên dê bên berdan, pirsgirêkên di qada teknîkî de ne.” 
 
Li hêla din Îsraîl, topbaran û bombebarana xwe ya li dijî Xezeyê didomîne. Piştî êrişê ji herêmê dû bilind bû. 
 
Balafirên bêmirov ên Îsraîlê jî li ser Xezeyê difirin.