Xwezaya Bestayê talan dikin

img

ŞIRNEX - Li Çiyayê Bestayê berî çend mehan bi hinceta “Ewlekariyê” dest bi jêkirina daran kiribûn û hêj didome. Darên tên birîn, li malên cerdevan û qereqolên leşkarî tên şewitandin. 

Li gelek qadên herêma Besta ya Şirnexê, bi hezar dar hatin birîn.  Li herêmên Milê Sînê, Gêloşî û Bişiyê Reş ku dikeve navbera bajaroka Sêgirkê ya girêdayî naveçyên Qilaban û Gundikê Melê, bi hinceta “Ewlekariyê” birîna daran didome. Bi taybetî nêzî baregahên leşkerî  darên ji aliyê cerdevanan ve hatin birîn, li nêzî Fermandariya Tabora Komandoya Besta tên komkirin. 
 
DARAN BI TRAKTORAN BAR DIKIN  
 
Darên Gwîzan, Fiştik, Sêv, Hirmî, Alûce û Kezwanan ên hatin birîn bi traktoran dibin qereqolê. Darên welatiyên gundê derdorê ku hatin birîn, piştî demekê cerdevan darên birîne ji bo şewatê dibin malên xwe. Hat diyar kirin ku hin darê di derdorê de hatin birîn jî ji bo şewatê dibin herêmên baregahên leşkerî. 
 
MIDÛRYETA DARISTANÊ BÊDENGE!
 
Dergarê birîna daran de welatiyên bajaroka Balveren de berî çend mehan îmze kom kirin û serî li Midûryeta Karên Daristanê ya Şirnexê dan, lê tu encam bi dest nexwistin.