‘Ne mizgînî ye, karesat e’

img

ENQERE – Pisporê avhewayê û enerjiyê Onder Algedîk diyar kir ku ew gaza xwezayî ya li Derya Reş hatiye dîtin dê rê li ber karesatek nû veke û got: “Ev proje ji bo hawîrdorê, ewlehiya kar û krîza avhewayê maliyetek û fatûreyek mezin bi xwe re tîne.” 

 
Pisporê avhewayê û enerjiyê Onder Algedîk rehendên ekolojîk ên rezerveyên gaza xwezayî ya li Derya Reş hatiye dîtin û ji aliyê Serokkomar Tayyîp Erdogan ve wek “mizgînî” hat ragihandin nirxand. Algedîk diyar kir ku rezerveya gaza xwezayî ya li Derya Reş karesatek û sosretek e û got: Ev proje ji bo hawîrdorê, ewlehiya kar û krîza avhewayê maliyetek û fatûreyek mezin bi xwe re tîne. Xeyala wan ew e ku civakê pê fînanse bikin. Dibêjin ‘mizgînî’ lê bi rastî jî ev wisa ye? Qet ji wan nayê bawerkirin. Dikin û nakin nikarin meseleya gazê li ser pêya bigirin. Niha peymana Tirkiyê ya 72 milyar metre kup gazê bikire heye. Hedefa 2019’an 52 milyar metrekub bû lê nikarin berdewam bikin. Di bin 7 milyar metrekub de hat bikaranîn. Bi pereyên me anîne wê astê ku me dişêlînin. Divê em van polîtîkayên pergala aboriya neo-lîberal kapîtalîst ên AKP’ê red bikin.” 
 
MA / Dîren Yurtseven