Wê ekolojîst û şêniyên herêmê li dijî Qenal Stenbolê bimeşin

img

STENBOL – Parêzvanên jiyana xwezayî ji bo bal bikişînin ser terxrîbata ekolojîk ku dê ji ber Projeya Qenal Stenbolê rû bide, wê di 20'ê Îlonê de tevî şêniyên herêmê ji Yenîkoyê heya Karabûrûnê bimeşin. 

 
Nîqaşên der barê Projeya Qenal Stenbolê de hîn jî didomin. Gelek kes vê projeyê wekî "felaketekê" dinirxînin. Heger ev proje pêk bê wê li qada ku gundên Karabûrûn, Dûrûsû û Yenîkoyê lê ne dest pê bike û wê bibe sedema texrîbateke mezin a ekolojîk. 
 
WÊ BIMEŞIN 
 
Wê Ya Qenal Stenbol Ya jî Koordînasyona Stenbolê ku ji aliyê gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li dijî qirkirina hawirdorê hatiye avakirin, ji bo bal bikişîne ser texrîbata ekolîjîk ku dê ji ber Projeya Qenal Stenbolê rû bid, dê di 20'ê Îlonê de tevî şêniyên herêmê ji Yenîkoyê heya Karabûrûnê meşekê li dar bixe. 
 
Endamê koordînasyonê Koray Turkay, tekane armanca qenalê rant e. Turkay, bilêv kir ku ji serî de vê yekê wekî projeya rantê bi nav kirine û got, wê di warê ekolojîk de jî bibe sedema texrîbatine pir mezin. 
 
WÊ EKOLOJÎ NEMÎNE 
 
Turkay, destnîşan kir ku dê ji ber projeyê bi milyanan erdên çandiniyê tune bibin û got: "Hem dê çerxa ekolojîk ji holê rabike hem jî dê her derî bike beton û wê sermayeya betonî sûdê jê bigire. Ev mesele wê tenê bandorê li Stenbolê neke. Wê bandorê li Tirkiyeyê, cîranên Behra Reş bike û divê ekosîstem bi awayekî tekpare esas bê girtin." 
 
WÊ STENBOL BÊ AV BIMÎNE 
 
Turkay, anî ziman ku li cîhanê pirsgirêkeke mezin a krîza avhewayê heye û got, ev xetere li Tirkiyeyê pri esas nayê girtin. Turkayî diyar kir ku rewşa heyî qet nebaş e û got: "Bêavîtî, yanî krîa avhewayê, wê bibe cihê felaketeke mezin. Îjar di vê rewşê de pêkanîna projeyeke bi vî rengî dê ji sê paran pareke ava me tune bike. A rast tê wateya ku dê Stenbol bibe çol. Tenê ne di warê ava vexwarinê de. Lewma qethiyen divê ev proje pêk neyê. Heger ev qenal bê çêkirin wê bibe sedema pirsgirêkeke gelekî mezin. Wê Stenbol bê av bimîne." 
 
‘DIVÊ EM BI HEV RE HEREKET BIKIN' 
 
Turkay, detsnîşan kir ku li dijî vê yekê pêdivî bi têkoşîneke rêxistinbûyî heye û got: "Em li bendê ne hêzên demokratîk, kesên ji bo ekolojî, demokrasî û jiyaneke xwezayî têdikoşin di nava koordînasyonê de cih bigirin. Ev rewşa me ya perçekirî dibe sedema prisgirêkên mezin. Divê em bi awayekî topyekûn bersivê bidin. Çimkî bi awayekî topyekûn êrîşê dibin ser xwezaya me, dîroka me û çanda me. Lewma divê em bi hev re bitêkoşin an jê em ê winda bikin." 
 
MA / Mehmet Aslan