Şirket ava bi jehrî dide gundiyan, Feyzîoglu parêzeriya şirketê dike

img

SÊWAS - Têkoşîna gundiyên li dijî fîrmaya madenê ya li Sêwasê xebatên madenê dimeşîne û 6 sal e ava arsenîk bi gundiya dide vexwarin dewam dike, hêj bi encam nebûye. Lê tişta ku gundiyan herî zêde aciz dike Serokê TBB'ê Metîn Feyzîoglu parêzeriya şirketa ku gundiyan jehrî kir dike.

Welatiyên li mezraya Taşgeçît, Davutoglu û gundê Pinargozu yên navçeya Kangalê ya Sêwasê dijîn, ji ber xebatên madenî ya Demîr Export A.Ş. a girêdayî Koç Holdîngê ku di sal 2012'an de dest pê kiriye, bi salan e ava arsenîkî vedixwen û ev bandoreke xirab li ser tenduristiya wan dike. Gundiyên Pinargozluyê berê ava xwe ji çavkaniya sefêza gund temîn dikirin, lê ji ber xebatên madenê piştî demekê av miçiqî. Rayedarên şirketê jî îdia kirin ku av ji ber xebatên madenê ne miçiqîye.
 
Piştî gundiyan serî li dadgehê da û dadgehê rapora pêzan amade kir, ji ber ku kana madenê topografyaya herêmê guhertiye, ava çavkaniyê ber bi madenê ve herikî ye. Piştî vê raporê rayedarên şirketê di bin navê "Projeya berpirsyariya civakî" de av kişandin gund. Qasî salekî gundiyan pêwîstiyên xwe yên avê bi vî şeklî pêşwazî kirin.
 
RÊJEYEK BILIND ARSENÎK DERKET
 
Di 11'ê Îlona 2012'an de Miduryeta Tenduristiya Gel analîza avê kir, rêjeya arsenîkî ya avê 24.2 li ser lîmîta mewzûetê derket. Piştî rêyeya arsenîkî zêde derket, ji bo her du mezrayan û gundê Pinargozuyê di 21'ê Çileya 2013'an de hejmara şopandinê kontrolê hat girtin. Piştî di 5'ê Sibata 2015'an de ji bo Pinargozu 24.9, ji bo mezraya Davutoglu 24 û ji bo mezraya Taşgeçîtê jî 23.9 rêjeya arsenîke hat tespîtkirin. Li ser vê rayedarên Dayreya Taybet a Kangalê çûn gund û ji gundiyan re gotin ku avê nexebitînin û ew hişyar kirin.
 
BI ZANEBÛN AVA ARSENÎKÎ BI WAN DAN VEXWARIN
 
Şirketa madenê ji bo arsenîkê kêm bikin tesîsa parzunê ava kirin. Lê tesîsê pêwîstiyên avê pêşwazî nekir, vê carê ava nehatî parzunkirin lê hat zêdekirin û careke din ava arsenîk dan gundiyan.
 
Mufetîşên girêdayî Miduryeta Tenduristiya Gel di 16'ê Gulana 2014'an de haya wan ji rewşê çê bû û vaneya kaniyê mohr kirin, der barê şirketê de girtek girtin. Piştî 4 roj bi ser girtekê re derbas bû, keyayên wê demê Alî Riza Sonmez û ezayên bi navê Şaban Geyîk, Ziya Sonmez beyî agahiya gundiyan ji şirketa madenê re daxwazname şandin û ji ber kêmasiya avê ji şirketê xwestin ku ava bê parzun dîsa bê vekirin. Di daxwaznameyê de gotin ku "Beyî ku ji bo vexwarinê bê xebitandin" bila mehekê avê bidin wan.
 
Şirketê li ser daxwaza keya û ezayan, vaneya kaniyê şikandin û careke din ava arsenîk dan gundiyan.
 
Rayedarên Navenda Tenduristiya Civakê ya Kangalê di 4'ê Kanûna 2014'an de li tesîwsa parsunî kontrol pêk anîn û ev tişt hat gotin: "Mohr hatiye vekirin û ava arsenîk dane depoya tesîsa parzunî û careke din mohr hatiye girêdan."
 
SERLÊDANA SÛC KIRIN
 
Sosretiya ku şirketê bi keyayan re kiribû li ber çavê wan nehatibû û li ser vê gundî, Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk û Yekitiya Tabîbên Tirk re der barê keya Alî Riza Sonmez, keya û rayedarên şirketê de li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Kangalê serlêdana sûc kirin.
 
Gundiyên ji wê demê heta niha li dijî şirketê têkoşîna hiqûqî digirin, doza li ser serlêdanê li Dadgeha Cezayê Asiyeyê hat vekirin, piştî dadgehê rapora pêzan lêkolîn kir, şirket bi "bikêmasî" dît. Lê ruxmê vê jî dadgehê herî dawî bi biryara "bêreyeyî" dosyaya dozê şand Dadgeha Cezayê Giran a Nobedar a Sêwasê.
 
ŞIRKET BIKÊMASÎ HAT DÎTIN
 
Dosyaya dozê ya bi hejmara 2016/134'an re, dadgehê rapora heyetê pêzan lêkolîn kir û şirket "bikêmasî" dît. Lê ruxmê vê jî dadgehê herî dawî bi biryara "bêreyeyî" dosyaya dozê şand Dadgeha Cezayê Giran a Nobedar.
 
Pêvajoya hiqûqî wiha berdewam kir, li Bakirtepeya li heman herêmê ye ji bo bi siyanurê li zêran bigerin kaneke madenê ya nû hat vekirin.
 
‘METÎN FEVZÎOGLU WEKÎ PARÊZERÊ ŞIRKETÊ LI PÊŞBERÎ ME YE’
 
Keyayê gundê Pinargozuyê Husnu Ergîn, diyar kir ku 6 sal e pirsgirêka ava wan a arsenîkî hêj dewam dike û ev tişt got: "Koç Holdîng li her derê xwe wekî parastvanê derûdorê dibîne, lê gel jehrî dike. Metîn Feyzîoglu yê îdia dike ku li Cerattepe parêzeriya gel dike û li dijî jehrê tê dikoşe, parêzeriya şirketê dike."
 
Engîn da zanîn ku bê qanûniyek mezin heye û wiha pê de çû: "Tu mercên dewletê dest navêjin vî karî. Em niha ava xwe ji çem û newalan digirin. Ava kanihan rezalet e."
 
MA / Muhammed Dogru