Tarim Orkam-Sen: Em dikarin 60 hezar darî bi xelasê bixin

img
MÊRSÎN - Li Mezîtliyê tê xwestin ku nêzî 60 hezar darên narinciyê bên birîn. Serokê Şaxa Tarim Orkam-Sen a Mêrsînê Omer Ozden, ji bo xelaskirina van daran bang li rêxistinên civaka sivîl û xwezahezan kir. 
 
Li Taxa Davûltepe ya navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê, ji bo sîteya pîşesaziyê bê çêkirin tê xwestin nêzî 60 hezar darên narinciyeyê bên birîn. Biryara "îstimlaqkirina lezgîn" a vê qada 396 donimî ku nêzî 60 hezar darên narinciyeyê lê ne, di 6'ê Çileyê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Lê belê gelê bajêr naxwaze dar bên birîn. 
 
JI BO RANTEKE 500-600 MILYON TL'YΠ
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Tarim Orkam-Sen a Mêrsînê Omer Ozden, anî ziman ku bi qasî ku wan bihîstiye di vir de meseleya ranê heye û got: "Ji bo ranteke 500-600 milyon TL'yî."
 
Ozden, anî ziman ku hincet jî ew e ku Sîteya Pîşesaziyê ya Mezîtliyê di nav bajêr de ye, lewma ji bo wê ev der hatiye hilbijartin. Ozden, bilêv kir ku qada ku ji bo qada pîşesaziyê hatiye diyarkirin jî 5 sal bi şûn de dê di nav bajêr de bimîne. 
 
‘EM DIKARIN QADA ÇANDINIYÊ BI XELASÊ BIXIN' 
 
Ozden, destnîşan kir ku nexasim jî di pêvajoya pandemiyê de careke din girîngiya çandiniyê derketiye holê. Ozden, bibîr xist ku ji ber vê rayedaran kampanyeyeke çandina 11 milyon şitlî dane destpêkirin. 
 
Ozden, anî ziman ku di pêvajoyeke ku ji bo li seranserê welêt dar bên çandin de, hewldanên bi vî rengî nayên qebûlkirin. 
 
Ozden ji bo vê bang li rêxistinên civaka sivîl û xwezahezan kir û got: "Heger em hilberîna li vir û rewşa li vir baş rê rayedaran bidin, em ê karibin van daran bi xelasiyê bixin." 
 
MA / Omer Akin