Barka: Divê li dijî OHAL’ê berxwedaneke bêhempa hebe

img

ÎZMÎR - Ekolojîst Ertugrul Barka diyar kir ku AKP bi israr e ku bi OHAL'ê welat bi rê ve bibe û wiha got: "Di vê demê li dijî talana ekolojiyê divê sekneke bêhmepa hebe."

Rewşa Awarte (OHAL) li Tirkiyeyê berdewam dike, di vê demê de qadên herî zêde ji vê rewşê zirar dîtin, qadên xwezayî ne. Di serdema OHAL'ê de gelek raporên Nirxandina Etîk a Derûdorê (ÇED) re, gelek Santralên Elektrîkê yên Jeotermalê (JES), Santralên Elektrîkê yên Bayê (RES) û Santralên Hîdroelektrîkê (HES) hatin vekirin.
 
Gelek qadên parastina xwezayê ji îmarê re hatin vekirin, herêmên SÎT'ê yên qadên parastinê ne, statuya wan hat daxistin, planên îmarê yên nû çêkirin.
 
Qadên SÎT'ê yên li Çeşme û Bornovayê yê Îzmîrê pileya wan hat daxistin, li van herêman dibistan û otel ava kirin. Bi heman şeklî, li Îzmîrê texrîbata xwezayê ya mezin çêbû, ji bo Projeya Derbasbûna ji Kendav 3 milyar û 520 milyon TL pere hat veqetandin. Madena Zêr a Kozanê bi salan e li Bergamayê bi siyanurê li zêran digere, li bendê bû bê girtin. Lê hêj nehatiye girtin, ji bo gola berhemên avêtinê serlêdan pêk hat û ev hat qebûlkirin. Ruxmê biryara dadgehê, Madena Zêrê ya Efemcukuru ji bo xebatan gav avêt.
 
JES'Ê BAJAR TUNE KIR, BI HEZARAN RES AVA KIRIN
 
Li Aydinê gelek herêm di çarçoveya projeyên JES'an de ji şirketan re vekirin. Bajarê Antîk ê Magnesiyayê Berî Zayînê (B.Z) di sedsala 3'yemîn de hatiye avakirin, 30 sal e li herêmê lêkolîn dewam dikin û 10 metran li nêzê şûnwarê dîrokî JES hat avakirin. Herêma Gerîş Mevkiyê ya navçeya Bodruma Muglayê, bajarên antîk heye û Şirketa Limîtedê ya Ceryana Bayê bêyî ku biryara dadgehê li ber çavan bigire, li herêmê RES’an ava dike. Biryar hat girtin ku li gelek navçeyên Muglayê panelê 750 RES'an bê çêkirin û proje hatiye erêkirin. 
 
Endamê Meclisa Ekolojiyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertugrul Barka, aşkera kir ku her ku OHAL dewam dike, talana xwezayê jî zêde dibe, divê di rojên pêş de li dijî projeyên nû bi baldar bin û amadekarî bên kirin.
 
'DIVÊ RÊBAZA TÊKOŞÎNÊ BÊHEMPA BE’ 
 
Barka da zanîn ku roja OHAL hatiye îlankirin heta niha, di dîroka komarê de tiştên nehatine dîtin diqewimin û wiha axivî: "Çi li Tirkiyeyê hebe hat firotin. Desthilatdarî niha pêrav, çem û madenan difiroşe. Xetereya herî mezin a di OHAL'ê de, dê Tirkiye ekolojiyê bifiroşe. Dê hewa, av, ax û demsalan bifiroşe. Gotin 'Pêwîstî bi ÇED'ê nîne' ew qas biryar dan û hed û hesabê wê nîne. Hişê mirovan nagire. Bi rêya OHAL'ê çapemenî û muxalefet bêdeng kirin. Di radyo, TV û rojnameyên înternetê de ew qas agahiyên qirêj hene. Bi vî şeklî hişê mirovan tev li hev dikin. Divê li dijî vê berxwedaneke bêhempa hebe."