Çav berdan tekane qada hêşîn a Îskenederûnê jî!

img

HATAY - Li Îskenderûnê, şaredariya AKP'î tekane qada hêşîn Baxçeyê Zîraetê dewrî Wezareta Tenduristiyê kir. Hawirdorparêz û gel, bertek nîşanî vê rewşê dan. 

Li Îskenderûna Hatayê, Şaredariya Îskenderûnê ya AKP'î tekane qada hêşîn a navçeyê Baxçeyê Zîraetê yê li Taxa Sakaryayê ye û 267 donim e dewrî Wezareta Tenduristiyê kir. Wê li vî baxçeyê nexweşxane bê çêkirin, lê belê gel ji vê rewşê nerazî ye. Endamê Komeleya Parastina Hawirdorê ya Îskenderûnê Ercument Kîmyon, diyar kir ku ji ber tesîsên pîşesaziyê zêde mirov koçî navçeya wan dikin. Kîmyon bi lêv kir ku nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê ji du blokan pêk tê û ji ber bloka A'yê kevn e der barê wê de biryara rûxandinê hatiye dayîn û ji ber vê rûxandinê Wezareta Tenduristiyê jî çêkirina nexweşxaneyeke nû xist rojevê. 
 
Kîmyon anî ziman ku tê plankirin ku nexweşxaneyeke 350-600 nîvîngehî bê çêkirin. Kîmyon ev tişt gotin: "Ji bo nexweşxaneya nû, hikûmeta AKP'ê bêyî ku bi vîna Îskenderûnê bişêwire, çav berda Baxçeyê Zîraetê yê 267 donim e." Kîmyon destnîşan kir ku vê baxçe tekane qada bêhnstendinê ya navçeyê ye û Wezareta Tenduristiyê dixwaze tekane qada hêşîn tune bike û li şûna wê nexweşxaneyê çê bike, lê belê ev ne helwestek e rast e. 
 
'TEKANE QADA HÊŞÎN A GEL TÊ TUNEKIRIN' 
 
Kîmyon diyar kir ku wan bi rêxistinên civaka sivîl ên li navçeyê re hevdîtin çê kiriye û di warê ji bo Baxçeyê Zîraetê ji bo îmarê neyê vekirin ew hevfikir in û jixwe gel jî naxwaze ev qada hêşîn bê tunekirin û bertek nîşan dide. Kîmyon wiha domand: "Parlementerê AKP'ê yê Hatayê Orhan Karayasan ji me re got, ji ber li Îskenderûnê wan ji bo çêkirina nexweşxaneyê qadeke din nedîtiye, wan Baxçeyê Zîraetê ji bo îmarê vekiriye." 
 
Kîmyon destnîşan kir ku ew ê tekane qada hêşîn a Îskenderûnê biparêzin û divê hikûmet li bajêr qadên civakiyî biparêze. Kîmyon bi lêv kir ku ji dêvla hikûmet pirsgirêka bajarsaziya belawela çareser bike, qadên hêşîn ên bajar ji bo îmarê vedike û tune dike. Kîmyon diyar kir ku ew naxwazin li şûna Baxçeyê Zîraetê nexweşxane bê çêkirin û ew û gel ji bo ev qada hêşîn neyê tunekirin ew ê serî li riyên huqûqî bidin.