Şewata li Cûdî vemirî

img
ŞIRNEX - Şewata li qûntarên Çiyayê Cûdî, ji ber xwe ve vemirî.
 
Şewata ku di 18’ê Gulanê de li qûntara Çiyayê Cûdî ya pêşberî gundê Şaxê ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê rû da, bi rojan dewam kir, lê tu kesî/sê mudaxileyî şewatê nekirin. Piştî çend rojan şewat ji ber xwe ve vemirî.
 
Hatibû diyarkirin ku di encama guleberdana ji tabûrên eskerî, şewat bi daristanê ketibû.