Li Farqînê 500 donim erdê neçinandî şewitî

img
AMED – Li gundê Qewşanê yê navçeya Farqînê ji bîçerê agir avêt erd û zêdetirî 500 donim erdê neçinandî şewitî. 
 
Li gundê Qewşanê yê navçeya Farqînê ya Amedê agir bi erdan ket. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin; agir ji bîçerê avêtiye erd û ji ber bayê di demeke kurt de li qadeke berfireh belav bûye. Agir heta nav gund hatiye û beyî ku xesarek bigihîje malan ji aliyê gundiyan ve hatiye vemirandin. Rexmî muxaleya gundiyan jî zêdetirî 500 donim erdê neçinandinî şewitî.