EGEÇEP: Kesên ku li Wanê gule li gel reşandin divê ji peywirê bên girtin

img
ÎZMÎR – EGEÇEP’ê êrişa li hemberî gundiyên ku li dijî avakirina kana mermerê ya li gundê xwe derketibûn şermezar kir û banga ku leşker ji peywirê bên girtin kir. 
 
Li gundê Şêxan ê navçeya Payîzavayê ya Wanê tê xwestin ku kana mermer bê avkirin. Herî dawî di 26’ê gulanê de leşker û cerdevan çêbûn gund û ji bo avakirina kanê axurên li gund hilweşandibûn. Her wiha bi çekan êrişî gundiyên ku li dijî avakirina kanê derketibûn kiribûn. Platforma Çandê û Hawirdorê ya Egeyê (EGEÇEP), têkildarî êrişî daxuyanî daxuyanî da û êrişa ku ji aliyê leşker û cerdevanan ve li dijî gundiyan pêk hatibû şermezar kir û daxwaz kir ku doz li leşkerên gule li gundiyan reşandine bê vekirin û ji peywirê bên girtin.