Ava bermayî ya Heskîfa nû bêyî bê dawerivandin diherike gola bendavê

img
ÊLIH - Piştî ku Heskîfa dîrokî di bin avê de hat hiştin, ji 1'ê Hezîranê ve ava bermayî ya Heskîfa nû, ji ber nelihevkirina DSÎ û şaredariya AKP'î bêyî ku bê dawerivandin diherike nav gola bendavê. 
  
Piştî ku Heskîfa dîrokî ji bo Bendava Ilisûyê di bin avê de hat hiştin, derket holê ku ava bermayiyan a Heskîfa nû bêyî ku bê dawerivandin diherike nav gola bendavê. 
 
Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ), di 3'yê Tîrmeha 2019'an de bi 845 hezarî tesîsa dawerivandina ava bermayî çêkir. Her wiha ewletê ji bo du salan xwe da ber 2 milyon û 500 hezar TL heqê xebitandina tesîsê. Di 1'ê Hezîranê de jî dihat payîn ku tesîs dwrî Şaredariy AKP'î ya Heskîfê bê kirin, lê piştî ku şaredariyê got "budçeya me tune ye" tesîs li holê ma. 
 
Ji ber vê nelihevkirinê tesîs hat sekinandin û ji ber vê ji 1'ê Hezîranê heya niha ava bermayiyan a navçeyê bêyî ku bê dawerivandin diherike bendavê. 
 
ÇEMD QIRÊJÎ DIBE 
 
Aktivîstê Ekolojiyê Ridvan Ayhan ji bo vê got: "Ava bermayî ya navçeyê, dihat dawerivandin û diherikî çem. Lê piştî di 1'ê Hezîranê de DSÎ'yê ragihand ku îhale qediyaye û tesîsê ji şaredariyê re hişt. Lê belê şaredariyê jî diyar kir ku budçeya wan tune ye û tesîsê teslîm negirt. Ji ber vê pîsîtiya navçeyê hemû diherike çem û niha bêhneke pir genî ji çem tê. Malên nêzî çem ji ber vê bêhnê nikarin paceyên xwe vekin. Ev ji bo candaran talûkeyeke mezin e." 
 
Ayhan, destnîşan kir ku demildest divê ev nelihevkirinê bê helkirin. Ayhan, anî ziman ku kesên xwezayê û dîrokê xera dikin, niha jî gola bendavê qirêjî dikin. Ayhan, ji bo xwedîderketina li xwezayê bang kir. 
 
MA / Fethî Balaman