RES pir in, lê rê tune ne

img

ÎZMÎR – Rêya gundê Germiyan ê Çeşmeyê ji ber trîbunên RES’an hatiye girtin. Şêniyên gund, bertek nîşanî RES'an dan û diyar kirin ku her sal trîbuneke nû tê çêkirin rêya gund tune. 

Li gundê Germiyan ê Çeşmeya Îzmîrê ku cara ewil li Tirkiyeyê Santrala Enerjiyê ya Bayê (RES) lê hat çikandin, niha her sal turbîneke nû tê çêkirin. Li hawirdora bajêr 200 trîbunên bayê ku li pêyî hev hatine rêzkirin hene. Têkoşîna huqûqî ya niştecihên Germiyanê ya li dijî RES’an didome. Her wiha riya gundê ku bi RES’an hatiye dorpêçkirin tune ye. 
 
RES HENE, LÊ RÊ TUNE YE 
 
Şêniyê gundê Germiyanê bavê 3 zarokan û karkerê înşeatê Siracettin Boztepe (39) diyar kir ku ji ber dengê RES’an ew nikarin li mala xwe rakevin. Boztepe, anî ziman ku êdî ji ber dengê RES’an derûniya wan xerab bûye û wiha got: “Em ne li dijî enerjiya bayî ne. Lê belê 400 metre dûrî cihnişînan hatiye çêkirin, em li dijî vê ne. Ji ber dengê wan em nikarin rakevin. Em dizanin dibin sedema gelek nexweşînan jî. Her sal RES’ek tê çêkirin. Berê xwe didin rihetiyê. Çimkî cihnişîn bi kêrî wan tê. Îsal 4 RES hatin avakirin. Li vir bi awayekî cidî xweza tê qetilkirin.” 
 
Boztepe, diyar kir ku riya gundan nebaş e û wiha axivî: “Rê xerab in ne xema kesî ye, nayên çêkirin. Lê maşelaha RES’ê heye. Ji me re dibêjin ‘Em ê ceryanê bidin we’ û me dixapînin. Bila RES’an rakin. 6 meh berê li dijî RES’an em derketin, êrîşî me kirin. Heyf e, dibêjin ‘enerjî’ lê me nexweş dikin û riya me çê nakin.” 
 
‘DERÛNIYA ME XERAB BÛ, EM NIKARIN RAKEVIN’ 
 
Şêniyê gund Maksut Boztepe (46) ku ew jî karkerê înşeatê ye bi bîr xist ku ewil di sala 1998’an de 4 RES hatin çêkirin. Boztepe, diyar kir ku piştî hatin avakirin bi mehekê ew êdî ji ber dengên wan nikaribûne razên û ev tişt gotin: “Me lêkolîn kir. Me dît ku gelek zirarên wê hene. Paşê li Alçati ya Çeşmeyê RES hatin çêkirin. Niha jî her ku diçe RES’ên tên çêkirin bêtir tên mezinkirin û dengê wan zêdetir dibe. Me zaf îtirazî vê rewşê kir. Lê tu encam jê dernektin. Ji ber van RES’an nikarim li mala xwe bi rihetî rakevim. Tevî zarokan derûniya me xerab bû. Em gilîdar in. Êdî bes e bila rakin. Em enerjiyeke wisa naxwazin.” 
 
Boztepe, got ku li dijî RES’an têkoşîna wan a huqûqî didome. Boztepe diyar kir ku RES û JES’ên ku li herêmên turîstîk tên çêkirin dafika sermayeye ne. Boztepe dest nîşan kir ku bi darê zorê erdên gundiyan tên desteserkirin û wiha got: “Ji nişkave tên û dibêjin ‘Em ê gula bayî biçikînin’. Bi darê zorê erdên gundiyan ku heywanên xwe lê diçêrînin an jî çandiniyê dikin ji wan distînin. Paşê RES’an diçikînin. Guh nadin kesî. Rê xerab in, mirov perîşan bûne lê belê dema dor tê RES’an bi koman pereyan dişînin. Ma çêkirina riyekê ewqas zor e?”
 
KEYA: BÊYÎ KU PROJEYÊ BIBÎNIN PESEND DIKIN 
 
Keyayê gundê Germiyanê Şadan Kaya jî diyar kir ku li gel hemû serlêdanan jî wan tu encam bi dest nexistiye û got li Enqereyê li ser maseyê bêyî ku proje bên dîtin tên pesendkirin. Kaya dest nîşan kir ku êdî gundî van RES’an naxwazin û divê rayedarên li Enqereyê bên rewşa gund bibînin. 
 
MA / Ayşe Surme - Ruken Demir