Cihoka 3 hezar salî bûye sergo!

img

WAN - Cihoka Şamranê ku dirjahiya wê 51 kîlometre ye û wekî nuwazeya endezyariya avê ya cîhanê hatiye qebûlkirin, niha ji ber bermayiyan bûye sergo. 

Cihoka Şamranê ku 3 hezar berê Qiralê Ûrartûyan Menûa ji bo avê bikişîne navenda navçeya Payîzava ya Wanê çêkiribû, hê jî heye. Dirêjahiya cihokê 51 kîlometre ye û wekî nuwazeya endezyariya avê ya cîhanê hatiye qebûlkirin. Lê belê niha halê wê ne tu hal e. ji lew re ji ber çopan bûye sergo. DSÎ, salê carejê cihokê paqij dike, lê havînan dîsa ji çopan xalî nabe. 
 
CIHOKA DÎROKÎ BÛ SERGO 
 
Ji ber çopan bêhneke genî jî jê tê û şêniyên derdorê ji ber vê bêhnê deyax nakin. Welatiyên ku ji ber bêhnê nikarin derî û paceyên xwe vekin, anîn ziman ku gelek caran serî li DSÎ'yê dane, lê dîsa jî cihok nehatiye paqijkirin û xwestin rojek berî rojekê bê paqijkirin. 
 
JI BIHARÊ HEYA NIHA NEHATIYE PAQIJKIRIN
 
Keyayê Taxa Halîlaga Mehmet Ogun, anî ziman ku ji ber bêhna çopan nikarin biçin şaneşîna xwe jî û rayedar dibêjin amûreke wan a ku karibe cihokê paqij bike tune ye. Ogun got: "Bi qasî dizanim li herêmê tenê amûrek heye ku cihokan paqij dike. Ji biharê heya niha nehatiye paqijkirin. Di dema şewbê de paqijî dihat kirin, lê îsal nekirin. Her wiha derdora cihokê bê cax in. Ji bo derdora wê bê caxkirin du sal in daxwaznameyan didim, lê hê jî tiştek nehatiye kirin. Ji bo zarokan talûke ye. Çend caran wesayît di cihokê de wer bûn. Em dixwazin rojek berî rojekê bê paqijkirin." 
 
BÊHN JÊ TÊ
 
Şêniyê taxê Bulent Giyen jî anî ziman ku mehek berê ji DSÎ'yê re gotine, lê belê hê jî nehatine paqij nekirine. Giyen got: "Bêhneke pir genî jê tê. Kevz girtiye û ji ber van kevzan bêhnek giran tê. Ji ber vê bêhnê em nikarin di mal de bimînin. Ji ber qirêjî û bêhan genî mêş zêde bûne. Car carinan paqij dikirin, lê salek e paqij nekirine. Du roj berê jî me ji wan re got, lê nehatin."
 
Giyen, diyar kir ku dixwazin derdora cihokê bê caxkirin û bê paqijkirin.