RIHA - Jiyana Mûhammed Badillî yê ku ji Ameriya hatiye Stenbolê, bi welîdîna zarokê xwe re hat Rihayê veguherî serpêhatiyekê. Badilli ê ku li taxa Tesxirapê hatibû dinê bi malbata xwe re jiyaneke nû da destpêkirin û ji vehewînê heya çandiniyê jiyaneke ekolojîk û komînal rêxistin dike.
Muhammed Badilli ku perwerdeya xwe ser aboriyê li Amerîkayê temam kir, pişt re hat li Stenbolê zewicî û li vir bi cih bû. Dema ku zaroka Badilli çêbû xwest ji zaroka xwe re jiyaneke xwezayî ava bike; xwarin, fêkî û zerzewatên bêhormon pê bide xwarin. Badilli gotina “Jiyaneke rast ji çandiniya rast re derbas dibe” ji xwe re wek rêgez qebûl kir û biryar da ku vegere ser axa ku ji dayik buye û li ser mezin bûye. Li ser vê yekê Badilli mala xwe bar kir taxa Tesxirpa navçeya navendî ya Karakoprû ya Rihayê. Badilli xaniyek ji kerpîçê çêkir û behsa jiyana ekolojîk a ku bi xwezayê re ahengdar kir.
BIRYARA KOÇA GUND
Badilli, anî ziman ku ew ji Stenbolê bi tena serê xwe hatiye Rihayê pişt re bi malbata xwe re biryar daye ku mala xwe bînin li ser axa ku jê dayik bûye. Badilli, got ku ew li Stenbolê ji bo keça xwe li bazarên xwezayî û gelek gundan zerzewat û fêkiyan geriyaye û wiha axivî: “Di wê pêvajoyê de min gelek kes nas kirin û hevaltiyên min çêbûn. Pişt re min ji xwe re got ‘çima ez nakim’ û ez bi tenê hatim gund (Tesxirap). Min li vir dest bi tomarkirina tovên genim kir û ew çand in. Min ev tovên kevin çand in, zêde kirin û belav kirin. Pişt re min xwest koçî herêmeke çolter bikim û li ser vê yekê bi hevjîna xwe re şewirîm. Ji bo cih me niqaş kir û me jî biryar da ku em koçî gundê xwe bikin. Bi vî awayî serpêhatiya min a çandiniyê dest pê kir.
ÇANDINIYA ÇÊKER Û GIRÎNGIYA WÊ
Badilli, anî ziman ku beriya ew ji Stenbolê koç bike, perwerdeya çandiniya çêker dît û derbarê çandiniya çêker de ev tişt gotin: “Çandiniya çêker teqlîtkirina xwezayê ye. Me dest ji kolana axê berda û li ser zeviyê giha da ajalan. Bi vî awayî axa zeviyê dewlementir dibe. Dema me van tiştan kir li ser axê rêjeya madeyên organîk zêde dibin. Dema ku madeyên organîk li ser axê çêdibin jî karbona heyî ji atmosferê derdikeve.”
KERPÎÇAN BI XWE ÇÊKIRIN
Badilli, ji bo çêkirina xaniyekî ekolojîk dest bi çêkirina kerpîçan kiriye. Piştî karûbarên avahisaziyê Badillî xaniyê xwe ava kiriye û derbarê rêbaz û armanca xwe de ev tişt anîn ziman: “Me kerpîç ji ax û giha lê bi rêbaza ‘Xercê Xorasanê’ çêkirin. Taybetmendiya vê xercê ew e ku 2 hezar 500 salan li ber xwe dide. Ji bo siwaxa nava malê me ‘Siwaxa Tadelaktê’ a Berberî bikar anî. Me hewl da ku em belavbûna karbonê kêm bikin. Ji bo qahîmkirina xanî jî kirêca kevir bikar anî. Ji bo vê jî me çend rêbazên teknîkî bi kar anî. Yek ji van axa ku hatiye şidandin bû û ev teknîk, teknîkekî gelek kevn e. Me qalibên kerpîçan çêkir, ji bo xerc jî ax, micûr û ji sedî 5 jî kirêcê li hev xist û kir nava qaliban. Kerpîçên ku amade bûn me pê rêzekî diwar bilind kir. Me di axa kerpîçan de ax, xîz û kayê bi kar anî. Ev yek hinekî hostetî dixwaze. Pêşiyê me av, ax û kayê li hev xist û di nava hewzekê de da sekinandin ku li wir li hev bên. Rojek şûnde me wan rijand nava kaliban û roja din jî bikar anî.”
ARMANC GUNDEKÎ KOMÎN E
Badilli, anî ziman ku wî ji bo çêkirina malan ji kesên pîr ên li derdorê agahî kom kirine û bi wî awayî dest bi çêkirina xaniyê xwe kiriye. Badillî, destnîşan kir ku li Kurdistanê gelek mal bi kerpîçan hatine çêkirin û aliyêkî wan xaniyan ê çandinî heye. Badillî diyar kir ku ew bi bikarneanîna mekîneyên çandiniyê û derneketina nêçîrvaniyê xusar nedan axê û wiha pê de çû: “Dema ku ez biçûk bûm li van deran gelek cureyên ajalan hebûn. Li vir qethiyên destûr nadim nêçîrvaniyê. Taybetî cihê ku sewalan xwedî dikim, ji bo ku jinan têxim liv û tevgerê karên dotina şîr, çêkirina penîr û nivîşkê didim wan. Jixwe firotin jî karê wan e. Ez dixwazim vî karî mezintir bikin. Em plansaziya avakirina kooperatîfê dikin ku şîrên gundên derdor jî kom bikin û van karan bi hev re bi rê ve bibin.”
‘BI KIRINÊ DIBE NE BI GOTINÊ’
Badilli bilêv kir ku di kooperatîfa ku ew dixwazin ava bikin de dê pêşiyê keda jinê bi pêş bixin û hilberînan jî li bazaran bidin firotin. Badillî da zanîn ku pergala ku ew dide meşandin li ser hin kesên ku li derdorê dijîn jî bandor kiriye bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku tê gotin çi bandora wê nabe lê ez bûm şahid kû dema dikeve meriyetê tê ber çavan û mînak tê girtin. Mînak dema ku ez diçûm malên xizmên xwe min di sarincên wan de ditît ku hêk û mastên ku ji dikanan dihatin stendin tê de hebûn. Lê niha her kesek hêkên xwe bi xwe hildiberîne. Min teknîka çandiniya çêker di hilberîna fistaqan de jî bikar anî û min dît ku welatiyên din jî heman rêbazê bikar tînin. Ji ber wê mirov dema tu dibêjî nakin, dema tê kirin bandor dibin. Ji ber vê yekê, di qadê de hêdî hêdî divê ev bê kirin.”
MA / Ceylan Şahînlî