Gola Wanê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye

img
WAN - Hevserokê ÇEV-DER a Wanê Alî Kalçik diyar kir ku Gola Wanê ku rojane 56 hezar û 457 metrekup ava qenalîzasyonê diherikê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye û xwest devê robaran bê fîltrekirin, dawerivandinên biyolojîkî bên kirin û bermayiyên malê ji hev bên derxistin. 
 
Gola Wanê ku gola herî mezin a sodayê ya cîhanê ye, ye ji ber bermayiyên qenalîzasyonê û bermayiyên malê qirêj dibe. Gol ku malovaniya masiyên endemîk dike, bi bermayiyên malê, pîşesazî û biyolojîkî qirêj tê qirêjkirin. Gola ku nêzî 120 robar ber bi wê ve diherikin, ji ber hişkesaliya çend salên dawî bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye. 
 
SEDEMÊN QIRÊJBÛNÊ
 
Hevserokê Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Hawirdor, Berhemên Dîrokî û Parastinê ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik diyar kir ku saziyên erkdar ji dêvla ku golê biparêzin zirarê didin golê. Kalçik da zanîn ku gelek sedemên vê qirêjiya golê hene, lê sedema bingehîn bermayiyên malê û yên qenalîzasyonê ne û got, çopê gelek jîngehan jî rasterast ber bi golê ve diherikin. Kalçik diyar kir ku rojê 56 hezar û 457 metrekup bermayiyên kanalîzasyonê diherikin golê. 
 
Kalçik destnîşan kir ku her diçe ev qirêjî zêdetir dibe.
 
SAZIYÊN DEWLETÊ LI QERAXA GOLÊ NE
 
Kalçik destnîşan kir ku qanûndaner golê qirêj kirine û wiha got: "Sînorên gola Wanê ji gundê În heta Taxa Karatavûk a Ercîşê ye. Hema bibêje qanûndaner di navbera van her du noqteyan de cihekî vala nehiştine, dagir kirine û qirêjî kirine. Îro li noqteya sifirê havîngeheke qeyûm heye. Ji xeynî vê DSÎ, balafirgeh, qereqolên leşkerî, fabrîqeya çîmentoyê û gelek kargehên din li ji noqteya sifirê ya peravê hatine avakirin. Bermayî bêyî ku bên dawerivandin, li nav golê tên rijandin. Ji ber vê yekê ewilî divê qanûndaner destên xwe ji golê vekişînin. Bi vî awayî dê gola me paqijtir bibe."
 
‘HERIYA BINÎ GOLÊ JI BO RANTÊ TÊ DERXISTIN'
 
Kalçik bal kişand ser paqijkirina heriya binî golê jî û got: "Ji zanîngehê heya derketina ji Artemêtanê, perva 13.5 kîlometre ye. Heya niha tenê qadeke 500 metreyî hatiye paqijkirin. Tew heriya ku derdixin jî tînin davêjin cihê ku zanîngeh lê ye. Kî biçe zanîngehê ji bêgavî ber pozê xwe digire. Paqijkirina heriya binî golê pêdiviyeke demildest e, lê ev bi rêbazên berê nayê kirin. Li nava behrê makîneyeke karî li keştiyê tê barkirin. Li ku derê çi qas herî hebe tê analîzkirin û ji ortê dest bi wergirtina heriyê tê kirin. Heriya tê derxistin jî ne li rastê, divê li cihekî diyarkirî bê valakirin. Ji ber ku gola Wanê hem pir bi soda ye hem jî pir bi xwê ye, heriya binî wê bi kêrî tiştekî nayê. Bûye madeyeke jehrî. Lewma li naverastê valakirina heriyê jî hovîtiyek dın e. Armanca tişta tê kirin rant e." 
 
ÎTIRAZA JI BO BIRYARA WEZARETÊ
 
Kalçik îşaret bi wê yekê kir ku Gola Wanê "Qada Sirûştî û Qada Parastina Kontrolkirî" ye û got, di sala 2000'î de wan rêxistinên civaka sivîl ji bo parastina golê îmze kom kirine, lê tu kes li wan venegeriyaye. Kalçik got: "Bi salan e em daxwaza parastina golê dikin. Lê belê bi salan e ev daxwaz nehatiye qebûlkirin. Herî dawî wezaretê golê wekî 'Qada Bikaranîna Bikontrol a Berdewamî' îlan kir. Gel got qey qanûna parastinê hatiye derxistin, lê ne wiha ye. Wekî qada bikontrol îlankirina wê, dê rê li ber çêkirina avhiayn veke. Em rêxistinên civaka sivîl ên bajêr, em ê di demên pêş de ji bo betalkirina vê biryarê dest bi hin hewldanên hiqûqî bikin." 
 
PÊŞNIYAZ
 
Kalçik destnîşan kir ku li dijî qirêjiyê divê devê robarên ku diherikin golê bên fîltrekirin û got: "Divê li bajêr û navçeyan dawerivandinên biyolojîk ên pêşketî bên kirin û bermayîyên malan ji hev bên cudakirin. Yan na dê Gola Wanê bibe herî. Di vî warî de dê gol bi xeteriyeke mezin re rû bi rû bimîne. Lewma divê her kes li hemberî vê xetereyê hesasiyeteke mezin nîşan bide."
 
MA / Cengîz Ozbasar - Berîvan Kûtlû