ÎZMÎR - Saziyên ku bertek nîşanê hilweşîna ji ber şer û talana ekolojîk dan, bang li hemû derdorên hestyar kirin ku li dijî hilweşandina li Cûdiyê di 17’ê Îlonê de bi hev re biçin Cizîrê.
Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Îzmîrê, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, Nûneriya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), li ser hilweşîna ji ber şer û talana ekolojîk rû dide, li Îskeleya Karşiyakayê daxuyanî dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de pankartên “Em li ber texrîbata şer û talankirina xwezayê rabin" û “Li dijî rantê xwezayê biparêzin" hatin vekirin û dowîzên “Em talanê bi tifaqê rawestînin",“Em her darê yek bi yek biparêzin“ û “Azadî li dijî talan û qirkirinê“ hatin hildan û bênavber dirûşmeyên "Daristan canê me ne, em nadin", “Darên li Şirnexê ne deriyê rantê ne", “Ji Akbelenê heta bi Cûdiyê têkoşîn berdewam e" hatin berzkirin. Partiyên siyasî, sazî û rêxistinên ekolojiyê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.
Li ser navê saziyan Endama Meclîsa Ekolojiyê ya HDP’ê Meltem Işik metna daxuyaniyê xwend.
EKOSÎSTEM TÊ TUNEKIRIN
Işik diyar kir ku ji bo çêkirina qereqolan bi hinceta ewlehiyê daristan tên şewitandin û wiha got: “Li herêmên Besta, Cûdî û Gabarê yên Şirnexê zêdetirî du sal in xweza tê talankirin. Bi şewitandina daristanan ekosîstemê ji holê radikin û daran difiroşin, dikin rant ji bo xwe."
Işik da zanîn ku ew ê ji bo xwedî derketina li dîrok, çand û xwezayê di 17’ê Îlonê de li Cizîrê bên ba hev û ji bo têkoşîna bi hev re ya li dijî tunekirina ekolojiyê û talana xwezayê bang li hemû welatiyan kir.