ŞIRNEX - Xelkê Şirnexê banga meşa dê di 17’ê îlonê de ji bo li dijî talankirina daran li Çiyayê Cûdî pêk were kirin û gotin: “Heke talankirina daristanên me wisa bidome, wê darek ku zarokên me li bin siya wê rûnên, nemîne.”
Li dijî talana ku bi mehane li herêma Botanê berdewam dike Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê di 17’ê îlonê de bi dirûşma “Em li Dijî Hilweşîna Şer û Talana Xwezayê Dimeşin” ber bi Çiyayê Cûdiyê ve meşekê li dar bixin. Welatiyên Şirnexê bertek nîşanî qirkirina daran ku bi mehane didome dan û xwestin her kes li dijî talanê piştgirî bide vê meşê.
POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET
Ahmet Başak (56) ku li Şirnexê ji dayik bûye û mezin bûye, diyar kir ku bi salan e li herêma wan polîtîkaya şerê taybet tê meşandin. Başak bi bîr xist ku ji sala 1984’an heta dawiya salên 90’î bi şewitandina gundan bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin û got: “Li Kurdistanê bi taybetî li herêma Botanê gundên me hatin şewitandin. Kesên li gundan dijîn neçar man koçî metropolan bikin. Piştî gund hatin şewitandin niha xwezaya me tê talankirin. Ev parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e." Başak anî ziman ku dê di 17'ê îlonê de li dijî talankirina xwezayê meşek bê lidarxistin û ew li bendê ne ku hemû rêxistinên siyasî û ekolojîk piştgiriyê bidin vê meşê.
‘CÛDÎ XEZÎNEYA KURDISTANÊ YE’
Şahîn Sumbul (60) jî dibêje, “Erdnîgariya Kurdistanê ji aliyê dewlet û cerdevanên girêdayî wê ve tê talankirin” û wiha didomîne: “Ji Başûrê Kurdistanê heta Çewligê, ji Mûşê heta Wanê hemû xwezaya me talan dikin. Sedema vê talanê çi ye? Duh gelê me koçber kirin, îro daran dibirin. Yên ku darên me dibirin rantxwir û cerdevan in. Cûdî xezîneya Kurdistanê ye. Ji ber ku tevahiya Kurdistanê dikare ji Çiyayê Cûdî were xwedîkirin. Lê îro talan dikin. Bi vê yekê hem dixwazin rantê temîn bikin û hem jî weke sala 1992’an dixwazin gelê Botanê ji van deran bidin koçberkirin.”
Sumbul bal kişand ser girîngiya parastina xwezayê û wiha got: “Banga me ji her kesê ku xwe ekolojîst e; werin em vê xwezayê biparêzin. Werin em bi hev re di 17’ê îlonê de ber bi Cûdî ve bimeşin. Bi taybetî divê hemû kurd rabin ser pêyan. Divê li dijî vê talanê dengê xwe bilind bikin."
‘DAREK NAMÎNE KU DÊ ZAROKÊN ME LI BIN SIYA WÊ RÛNÊN’
Welatiyê bi navê Şahîn Barkin (76) ku gundê wî li herêma Bestayê ye û 36 sal berê ji ber zextên dewletê neçar ma gundê xwe vala bike got: “Gundê min li Bestayê ye. Dikeve ser sînorê Herekolê. 36 sal berê ji ber ku gundê me şewitî em neçar man ji gund derkevin. Li gundê me qadeke daristanî ya mezin hebû. Heywanên me hebûn, em bi çandiniyê re mijûl dibûn, lê nehiştin em li gund bimînin. Leşker her roj di ser mala me de digirtin. Me tehdîd dikir. Em hatin binçavkirin û îşkencekirin. Em neçar man ji gundê xwe derkevin. Gundê me hat valakirin. Niha jî çûna me ya gund qedexe ye.”
Barkin da zanîn ku birîna daran li ser sînorên gundên wan pêk tê û wiha got: “Dixwazin me ji erdnîgariya me derbixin û bibin metropolan. Divê em yekîtiya xwe biparêzin. Divê êdî em nehêlin zilmeke wiha li me bê kirin. Kamyonên ku daristanên me yên hatine jêkirin hildigirin her roj li ber çavên me di nava bajêr de digerin. Dema em vê dibînin dilê me dişewite. Ji bo me pir dijwar derbas dibe. Her kesê ku xwedî wijdan be, divê ev talan li zora wan biçe.”
Barkin anî ziman ku divê hemû gelê kurd beşdarî meşa 17’ê îlonê bê lidarxistin bibe û got: “Em ji bo parastina xweza û axa xwe bimeşin. Heke daristanên me bi vî rengî bên talankirin, darek jî namîne ku zarokên me li bin siya wê rûnên.”
‘KURDISTANÊ BI TEMAMÎ TALAN DIKIN’
Şêxmûs Îke (55) jî bal kişand ser wê yekê ku li herêma Bestayê her roj talankirinên mezin pêk tên û wiha got: “Xwezaya Kurdistanê bi temamî tê talankirin. Hewl didin Kurdistanê bikin çol. Ev ne tenê pirsgirêka min e, pirsgirêka hemû kurdan e. Bi vî rengî armanca wan koçberkirina mirovan e. Dixwazin gelê me ji vir koçî metropolan bikin û bê xwedî bihêlin. Divê her kesên xwedî bi rûmet bertekên xwe bînin ziman.”
MA / Omer Akin