‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'

img
MÊRSÎN - Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Hevseroka ÎHD'ê ya Şaxa Mêrsînê Zeynep Benlî ku ji Mêrsînê beşdarî Meşa Cûdî bûn, diyar kirin ku meş tevî hemû astengî û êrişan jî bû cihê moralê û gotin ku divê têkoşîn bê mezinkirin.
 
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (Tevgera Jinên Azad-TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di 17’ê Îlonê de li dijî talankirina xwezayê bi dirûşmeya "Em li dijî wêraniya şer û talankirina xwezayê dimeşin" Meşa Cûdî li dar xistibûn. Hevserokê HDP'ê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrsînê û Endama Komîsyona Ekolojiyê Zeynep Benlî ku ji Mêrsînê tevlî meşê bûbûn, Meşa Cûdiyê ya li dijî qirkirina xwezayê nirxandin.
 
‘BÛ CIHÊ MORALÊ'
 
Sariyildiz diyar kir ku polîtîkayên şer ne tenê gelan, ekolojiyê jî dike hedef û wiha got: "Em li dijî talankirina xwezayê çûn Cûdiyê. Ev meş ji bo bidawîkirina qirkirina xwezayê û polîtîkayên şer bû. Ne tenê partiya me, gelek derdoran piştgiriya meşê kir. Piştgiriya saziyên ekolojiyê û ekolojîstan ji bo me nirxeke taybet e. Wekî gelên ku bi felsefeya demokratîk, ekolojîst û azadiya jinê bawer in, ji bo rawestandina vî şerî û rawestandina qirkirina xwezayê ev meş çalakiyeke girîng bû.” Sariyildiz destnîşan kir ku çendî meş bi astengî û êrişan re rû bi rû maye jî, dîsa ji bo wan bûye cihê moralê û wiha got: “Gel tevî hemû astengiyan jî dest ji wir berneda û xwedî li xwezaya xwe derket. Ev jî ji bo me bû cihê moraleke mezin. Çi dibe bila bibe em ê li xwezaya xwe xwedî derkevin. Em ê nehêlin hin kes ji bo berjewendiyên xwe daran, yanî nefesa me bibirin. Li ku derê dibe bila bibe em ê li dijî sûcê li hemberî xwezayê tê kirin, rabin. Ji bo vê jî her tim û li her derî pêdivî bi têkoşîna hevpar heye."
 
‘EM XWEDÎ LI XWEZAYA XWE DERKEVIN'
 
Hevseroka ÎHD'ê ya Şaxa Mêrsînê Zeynep Benlî jî anî ziman ku ev hewldan li hemberî tunekirina hemû çavkaniyên welêt bûye. Benlî da zanîn ku li Mêrsînê ji bo pêşî li vekirina kanên keviran û xerakirina parkan bê girtin têdikoşin û wiha got: “Dema me bihîst ku li Cûdiyê dar hatine birîn, ez xemgîn bûm. Biryar hat girtin ku em biçin wir. Ez li ser navê ÎHD a Şaxa Mêrsînê çûm. Dema em ji Mêrsînê derketin em 4 saetan hatin sekinandin. Hat diyarkirin ku di belgeya wesayîtê de pirsgirêkek heye û ew desteser kirin. Lê ji ber ku me biryar dabû ku em ê biçin, me wesayiteke din peyda kir û me rêya xwe domand. Dema em hatin Rihayê, wekî em hatibin welatekî din, bênavber lêgerîn hat kirin. Her tim dipirsîn, 'Hûn diçin ku derê? Nasnameyên xwe bidin.' Em matmayî man. Em bi vî awayi gihiştin Cûdî."
 
Benlî diyar kir ku wan li dijî talankirina xwezaya li Cûdî dengê xwe bilind kiriye û wiha got: “Kesên di nava xwezayê de dijîn xwediyên wê xwezayê ne. Mafê wan heye ku nehêlin dar bên birîn. Li wir bêyî destûra gel, kes nikare dest bide xwezayê. Ev maf, bi peymanên navneteweyî hatine mîsogerkirin. Xelk naxwaze dar bên birîn. Dibêjin 'Zirarê nede xwezaya min.' Li vir mirov mafdar in, li xwezaya xwe xwedî derdikevin. Em jî ji bo bibin dengê wan em çûn. Werin em xwedî li xwezaya xwe derkevin. Bila darên me neyên birîn."