Ji bo projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlan biryara betalkirinê hat dayîn

img

WAN - Dadgeha Îdareya Wanê diyar kir ku ji bo projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlan ji bo zirarê bide hawirdorê tevdîrên pêwîst nehatine girtin û biryar da ku proje bê betalkirin. 

 
Şûreta Dewletê (Danıştay) doza betalkirina “Projeya Regulator û HES’a Geliyê Zîlan” a li navçeya Erdîşê ya Wanê hatibû xerakirin û şandibû dadgeha herêmî. Di doza betalkirina projeye de biryar derket. 1’emîn Dadgeha Îdareya Wanê diyar kir ku ew gihîştiye wê encamê ku “Nirxandina Bandora Hawîrdorê ya Pêwîst Nehewce ye” ne guncav e û ev proje wê xesarek ango tesîrek neyînî li ser hawirdorê bike û ji bo vê yekê jî tevdîrên pêwîst nehatine girtin. Dadgeh ragihandiye heke proje bê çêkirin dê xesarek mezin bide hawirdorê û ji ber vê yekê biryara betalkirina projeyê daye. 
 
TÊ XWESTIN KU PROJE LI CIHÊ QETLÎAMÊ BÊ ÇÊKIRIN 
 
Ev proje ji aliyê Şirketa Anonîm a Hilberaindina Ceyranê ya Zîlan ve tê xwestin li cihê ku qetlîama Geliyê Zîlan lê qewimî ye bê çêkirin. Walîtiya Wanê û Midûriyeta Bajarvanî û Hawirdorê ya Wanê dia dara 2012’an de biryar dane ku rapora nirxandina hawirdorê ne hewce ye û li ser vê biryarê Şîrketa Hilberandina Ceyranê ya bi navê Gunakim jî di sala 2014’an de dest bi înşeata projeye kir. Wê demê hin xwecihiyên herêmê û rêxistinên civakî yên sivîl li dijî çêkirina projeye derketin û serî li Şûreya Dewletê dan û ev projeya HES’ê hatibû sekinandin.