Xetereya li ser Rûbarokê Êlihê mezin dibe!

img
ÊLIH - Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê Vahdettîn Tuzun bal kişand ser texrîbatên dê Herêma Pîşesaziya Organîze ya Êlihê bi xwe re bîne ku tê payîn li hewzeya Rûbarokê Êlihê were çêkirin û wiha got: “Bi vê yekê re dixwazin bêhnê li xelkê bajar biçikînin.” 
 
Qeyûm û waliyê Êlihê Ekrem Canalp piştî hevdîtina xwe ya bi Midûrê Herêma 10’emîn a Karûbarên Avê yên Dewletê Mahîr Arslan re, têkildarî Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ku ev demekî dirêje di rojeva wî de ye, daxuyaniyeke fermî da. Daxuyanî, li ser hesaba fermî ya medyaya civakî ya Walîtiya Êlihê hat parvekirin. Di daxuyaniyê de ji bo cihê ku dê OSB lê were çêkirin tiştekî zelal nehat gotin û bal kişandin ser gundên Xincika, Kêrikê û Kanîkê. Navbera di nava van gundan de ji hev cuda ye û nehat zelalkirin bê ka dê OSB tenê li herêmekê were çêkirin an li noqteyên cuda. Fikarên xelkê bajar ên ji ber texrîbatên ku OSB rê li ber vebike her ku diçe zêdetir dibin. 
 
RIHÊN NEFESÊ TÊN TUNEKIRIN 
 
Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’a Êlihê Vahdettîn Tuzun diyar kir ku Heskîf a xwedî dîrokeke 12 hezar salî hatiye tunekirin û wiha got: “Dixwazin Geliyê Zorê ku xwezaya nûwaze ya bajar e jî bi qurbanî HES’an bikin. Her dawî jî hewl didin Rûbarokê Êlihê ku rihên nefesê yên bajar in, tune bikin. Têkildarî bandorên hawirdorê yên vê projeyê me agahî xwestin lê ne walîtiyê û ne jî DSÎ’yê agahî nedan. Gel li vê derê bêhn distîne û pêdiviya avê ya bajêr jî ji vir tê pêşwazîkirin. Avên binerd li vir diherikin. Heke ev der tune bibe dê bajêr bêav bimîne. Jixwe çandiniya li vê derê ziyaneke mezin gihandiye. Bi çêkirina OSB’ê re dê ziyaneke hîn mezintir bê dayîn. Armanc ew e ku bermayiyên febrîqeyan biavêjin rûbarokê. Dê ev proje rê li ber karesatan veke û bandorê li pêşeroja bajêr bike. Vegera ji vê projeyê nîne û divê em pêşî li ber vê karesaetê bigirin. Em li bendê ne ku hemû aktîvîstên xwezayê û saziyên civaka sivîl li dijî vê karesatê derkevin û pêşî li ber bigirin. Divê xelkê bajêr bertek nîşan bide.”
 
‘DÊ BANDORÊ LI PÊŞEROJA ME BIKE’ 
 
Bi domdarî Tuzun got ku hêj OSB a heyî bi kapasîteya xwe ya tam neketiye meriyetê û wiha bi dawî kir: “Di rewşekî wiha de rast nîne ku OSB’yeke din bê çêkirin. Dema biryarên ku bandorê li pêşeroja bajar dikin didin, divê nêrîna rêxistinên civaka sivîl û xelkê bajêr jî bipirsin. Lê mixabin ku kesên rantxwir tenê li berjewendiyên xwe difikirin û guh nadin pêşeroja bajêr. Li milkiyeta hewzaya Rûbarokê Êlihê aydê xizîneyê ye lewma berê gelek kesan dide vê derê. Heke biryarên berê bandorke neyînî li roja me kiribe, biryarên xelet ên îro jî dê bandorê li pêşeroja me bikin. Ji bo çêkirina OSB’ê 3 noqteyên cuda hatine destnîşankirin. Dixwazin li rex rûbarokê çêbikin da ku bermayiyên febrîqeyê birijînin wir.”