Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin

img

DÊRSIM - Şaredariya Dersimê hewl dide ku li nêzî gundê Sutluceyê "Tesîsa Berterefkirina Bermayiyên Hişk" çêbike. Gundiyên ku çêkirina tesîseke bi vî rengî naxwazin, xwestin ku Şaredariya Dersimê demildest dest ji çêkirina tesîsa navborî berde. 

Şaredariya Dersimê û şaredariyên 7 navçeyên bajêr hewl didin bi piştgiriya fona Yekîtiya Ewropayê (YE), li nêzî gundê Sutluceyê li ser qadeke 18 hektarî "Tesîsa Berterefkirina Bermayiyên Hişk" çêbikin. Nerazîbûnên li dijî çêkirina vê tesîsê didomin. Gundî, çend meh berê têkildarî mijarê tev li civîna Meclisa Şaredariyê bûn û daxwaz kirin ku projeya navborî bê betalkirin. Lê daxwaza wan hat redkirin. Gundiyan diyar kir ku ger ev proje bê çêkirin dê ji neçarî koç bikin û dê 55 hezar dar bên birîn. 
 
‘ŞAREDARÎ GUH LI GEL NAKE'
 
Ji şêniyên gund Hatîce Kaplan diyar kir ku Şaredariya Dersimê 3 sal in guh li wan nake û gava Fatîh Maçoglû bûye şaredar ji bo guherandina cihê projeyê hevdîtin pê re kirine, lê belê tiştek ji vê hevdîtinê derneketiye. Kaplan wiha got: "Gundî vê projeyê naxwazin. Cihê ku proje lê hatiye çêkirin, nêzî jîngehan û kaniyên avê ye. Her wiha li wir 55 hezar dar hene. Ev proje tenê ne gund, dê zirareke mezin bide derdorê. Gundî li bendê ne ku cihê projeyê bê guherandin. Ev proje, divê li cihekî dûrî jîngehan bê çêkirin. Gundiyan ev yek kir rojeva meclîsê jî, lê encameke neyînê bi dest ket. Şaredariy Dersimê ketiye tera pereyê ku dê ji projeyê bê. Şaredarî guh li gel nake. Bi feraseta 'em ê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin' hatin ser kar, lê bi tu awayî gel esas nagirin." 
 
‘GEL DARISTANÊ DIPARÊZE'
 
Hidir Kûllû jî destnîşan kir ku ji sala 2009'an ve li dijî vê projeyê ne û ji bo guherandina cihê projeyê gelek caran hevdîtin bi Şaredariya Dersimê re kirine. Kûllû da zanîn bi salan e li dijî vê projeyê ne û wiha axivî: "Paşê qeyûm hat. Qeyûm li ser maseyê gelek tişt kirin. Bi salan e em tên ber Şaredariya Dersimê. Şaredar, hema rojekê jî gundî esas negirtin. Me ji şaredar re got, 'cihê projeyê biguherîne'. Bila li bajêr tesîsa dawerivandinê bê çêkirin, lê ew der nabe. Li rojavayê Tirkiyeyê gava darek bê birîn, qiyamet radibe. Lê dê li cihê vê projeyê 55 hezar dar bên birîn. Çima deng ji kesî dernayê? Dewlet, daristanê naparêze, gel wê diparêze. Em ê xwezaya xwe biparêzin, em ê xwedî lê derkevin. Ger xweza qir bibe, em ê jî qir bibin. Têkoşîna li dijî vê projeyê mafê me yê herî demokratîk e. Ger şaredar hema rojekê jî guh li me bikira û bigota, 'derdê we çi ye?' dê pirsgirêk çareser bûbûna. Bila ev proje li wir neyê çêkirin. Dê li ku çêbikin nizanim, lê ew der nabe."
 
‘PROJE DÊ DARISTANEKE 83 HEZAR METREKARE QIR BIKE'
 
Alî Ekber Aslan jî ku anî ziman ku heke proje çêbibe dê gazên bijehr ên ji tesîsê derkevin navenda bajêr perîşan bike û wiha got: "Bi projeyê re dê 83 hezar metreare û tevî rêyan dê 100 donim daristan qir bibe. Cihê ku dê proje lê bê çêkirin ji sedî 95 qada daristanê ye. Em dixwazin ev proje li cihekî ku daristan lê tune ne bê çêkirin. Em naxwazin daristanên me, qadên me yên jiyanê û qadên me yên baweriyê bên tunekirin. Ev projeya çopê bi her awayî şaş e. Ev proje, dê zirarê bide civakê. Ji ber vê projeyê em nikarin çandiniyê bikin. Sedema neguherandina cihê wê jî rant e. Pere nikare bajêr û xwezayê rizgar bike. Gelê Dersimê vê projeyê naxwaze." 
 
MA / Zerrîn Sargût