Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e

img
MEREŞ - Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî û Çandê ya Nûrheqê û Gundên Wê Zeynel Gul, diyar kir ku li Nûrheqê qada ku ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qadên jiyanê yên mirovan berfirehtir e û got: "Her diçe qadên me yên jiyanê tên tunekirin." 
 
Kanên madenan ên li navçeya Nûrheq a Mereşê hatine çêkirin, bandoreke nebaş li çandinî, sewalvanî û jiyana mirovan dike. Li Nûrheqê ku nifûsa wê 12 hezar û 592 kes in û navê xwe ji Çiyayê Nûrheqê wergirtiye, mirov debara xwe bi çandinî û sewalvaniyê dikin. Ji bo madenên wekî boksît, sifir û mermer bên derxistin heya niha 3 kanên madenê, snatraleke hîdroelektrîkê (HES), kaneke keviran û fabrîkeyeke betona hazir bi awayekî çalak dixebitin. 
 
Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî û Çandê ya Nûrheqê û Gundên Wê Zeynel Gul anî ziman ku ji ber madenvaniyê xwezaya wan tê talankirin. Gul da zanîn ku kana keviran ku li têketina gund e, hema bibêje her roj tê mezinkirin û wiha got: "Taxa me li kêleka kana keviran e. Ev hem zirarê dide mirovên li nêzî xwe hem jî zirarê dide çandiniyê. Toza kana keviran, zad hişk dike. Her wiha sewalvaniyê jî nahêle. Ji lew re toz li mêrgan belav dibe û ji ber vê giha bi dest heywanan nakeve. Gava gihayên bi toz dixwin jî nexweş dikevin û dimirin." 
 
Gul destnîşan kir ku diviyabû li kana keviran gava kevir tên hûrkirin av li wan bê kirin û ji bo vê jî got: "Li cihekî bi qasî 3-4 kîlometreyan dûr navenda navçeyê bi awayekî ziwa keviran hûr dikin. Ji ber maliyetê ser kanê nayê girtin. Ev jî rê li ber texrîbatê vedike. Her wiha li vê kana keviran ji bo şikandina zinarên mezin dînamîtan jî diteqînin. Ev teqîn ji bo me talûke ye. Her wiha ji ber ku nêzî rêya Elbîstan-Nûrheqê ye, dibe sedema qezayan jî." 
 
Gul da zanîn ku bi qasî 2-3 kîlometreyan wêdeyî kana keviran, tesîsa madena boksîtê jî heye û wiha berdewam kir: "Ev tesîs li nava zeviyan bi awayekîs ervekirî hatiye çêkirin. Madena boksîtê ku ji çiyê tê derxistin, bi kamyonan tînin vir û li vir wê ji hev dikin. A rast diviyabû ev etsîs girtî bûna, lê servekirî ye. Niha li navçeya me ji bo madenvaniyê 11 serlêdanên ÇED'ê hene, lê kanên mermeran, kanên boksîtê, kanên keviran bênavber dixebitin. Li kanên heyî bîrên ku tên çêkirin diviyabû bên girtin, lê xwediyên kanan ji ber maliyetê wan naxitimînin û diçin. Texrîbata ku li Nûrheqê tê kirin, eşkere ye." 
 
‘QADÊN ME YÊN JIYANÊ TÊN TUNEKIRIN'
 
Gul destnîşan kir ku madenvaniya ku li Nûrheqê tê kirin, li gor prosedurên qanûnî nayên kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di qezayên madenê de, pîvanên di lîteraturê de esas nayên girtin. Li hin cihan divê ji bin ve têkevinê, lê ji ber maliyeta zêde ji derve bi kolandinê tê kirin. Ev rêbaz axa li herêmê diguherîne. Qadên sewalvaniyê û çandiniyê tune dikin. Qada ku ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qadên jiyanê yên mirovan berfirehtir e. Her diçe qadên me yên jiyanê tên tunekirin. Her wiha qadên jiyanê yên pezkoviyan û ajalên din tên tunekirin." 
 
MA / Omer Akin