Xwezayeke efsûnî: Tanîna Sindiyan

ŞIRNEX- Tanîna Sindiyan ku heta niha bûye mêvanê gelek kilaman di bin siya qedexeyan de şîn dibe. Tanîna Sindiyan, bi xwezaya xwe ya efsûnî mirov ber bi xwe ve dikişîne. 

Li gel hatina demsala biharê li Kurdistanê xweza hêdî hêdî şiyar dibe û dîmenên xweş pêşkêş dike. Erdnîgariya Kurdistanê ku ji salên 1990’î û vir ve rastî polîtîkayên ewlehîparêz yên taybet ên dewletê tê, rastî talankirinê tê. Li Şirnexê gelek deverên bi dar û ber tên talankirin. Ji ber vê ev der ji bo gel hatine qedexekirin. Ji van cihên ku bi salan e qedexe ne û tenê bi destûra walîtiyê mirov dikare biçe wan, yek jê jî Herêma Tanina Sindiyan e. Tanîna Sindiyan, çiyayên wê li ser sînorê navçeyên Qileban û Elkê yên Şirnexê ne. Tanîna Sindiyan di heman demê de, li ser sînorê Başûrê Kurdistanê dimîne.
 
BÛYE MÊVANA KLAMAN 
 
Rêya alternatîf a bajarokê Dêrahînê a Qilebanê di Çiyayê Tanînê re derbas dibe. Piştî rêwîtiya li ser rêya dirêj ku wekî 32 bend tê zanîn, mirov digihêje Tanînê. Tanîn bi salan e rastî qedexeyên dewletê tê û gelek caran dibe şahidê pevçûnan jî. Çiyayên Tanîn ku heta niha şahidîtiya serdemên dîrokî kiriye bûye mijara gelek kilaman jî. 
 
Niha aliyek wê berf û aliyê wê yê din jî bi kulîlkan xemilîye. Tanîn bi heybeta xwe balê dikşîne ser xwe. Di heman demê de li vê herêmê her cure kulîlk jî şîn dibin. Guldexwîn, laleya sor, kulîlka avê, kulîlka qazê û kulîlkên sardûnya şîn bûne.
 
Tanîna Sindiyan ku heta niha tim û tim bûye mijara kilam û stranan, di bin siya qedexeyan de bi xwezaya xwe ya bêhempa mirov sermest dike. 
 
MA / Dilgeş Ruvanas-Zeynep Durgut