Ekolojîst ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya nû li Amedê dicivin

img
AMED - 86 rêxistinên ekolojiyê yên di bin sîwana Yekitiya Ekolojiyê de bûn yek, ji bo diyarkirina xeteke têkoşînê ya nû ya ji herêmê ber bi seranserî cîhanê ve li Amedê tên gel hev. 
 
Rêxistinên ekolojiyê ji bo xeteke têkoşînê ya nû ya li dijî texrîbata ekolojiyê ya bi destê AKP’ê tê kirin, tên gel hev. 86 rêxistinên ekolojiyê ku ji ewil di navbera 11-12’ê mijdara 2017’an de li Bergamayê û di 24-25’ê adara 2018’an de jî li Eskîşehîrê hatibûn gel hev û Yekitiya Ekolojiyê ragihandibûn, dê di 11’ê gulanê de jî li Amedê bên gel hev. Yekitiya Ekolojiyê dê li ÇandAmedê konferansê li dar bixe. Di konferansê de dê rêveberiya serdema nû were diyarkirin û têkildarî rêbazên têkoşînê yên têkildarî texrîbata ekolojiyê ya li Tirkiye û Kurdistanê plansaziya xwe çêbike. 
 
Hevberdevkê Yekitiya Ekolojiyê Guner Yanliç got ku armanca wan a ji konferansê ew e ku li dijî êrişên ser qadên jiyanê dengê xwe bêhtir derxînin. Yanliç, wiha domand: “Ji bo jiyaneke bi hev re û piştevaniyê em ê xetekî berxwdanê ya ji herêmê ber bi cîhanê ve ava bikin û têbikoşin.” 
 
ARMANCA EW E KU TEXRÎBATÊ BIKIN ROJEV 
 
Yanliç, bi bîr xist ku Komeleya Ekolojiyê ya Amedê yek ji pêkhateyên damezirîner a Yekitiya Ekolojiyê ye û wiha bi dawî kir: “Bêguman em ê têkildarî talan û texrîbata li Amedê agahiyan bistînin û xebatên piştevaniyê bikin. Em ê dengê xwe li dijî texrîbatên Bendava Farqînê, gaza kevir û bîrên petrolê rê li ber vedike dengê xwe derxînin. Em dixwazin gelek mijarên din bikin rojev. Em dixwazin bikin ku muxatab dengê me bibihîsin û ji xeletiya xwe vegerin. Armanca konferansê ew e ku xeteke têkoşînê ya ji herêmê ber bi cîhanê ve ava bike. Qirkirina li Akbelenê ji bo qezenca şîrketan tê kirin, ji bo avakirina netewe dewleta yekperest a li Kurdistanê tê kirin. Li dijî vê em jî têkoşîna xwe mezintir dikin.”