AMED - Yekitiya Ekolojiyê ji bo li dijî texrîbatên ekolojîk xeta têkoşînê ya nû diyar bike li Amedê civiya.
Yekitiya Ekolojiyê ku bi hatina gelhev a 86 rêxistinên ekolojiyê hatiye avakirin, li dijî texrîbatên ekolojîk ên bi destûrên AKP’ê yên ji ber kargehên maden, bendav û înşaetê derketine holê ji bo xeteke tekoşînê ya nû diyar bikin li Amedê civiyan. Li Eywana Konferansê ya ÇandAmedê ku konferans lê tê lidarxistin pankartên “Xwedî li xweza, çand û dîroka xwe derkeve” , “Yekitî, têkoşîn, jiyan” û “Li dijî kedxwariya xweza û kedê yekitî, tekoşîn û piştevanî” hatin daliqandin. Hevberdevka Komîsyona Çandinî û Ekolojiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Melîs Tantan weke pêkhate beşdar bû.
‘LI CIHÊ KU TEXRÎBAT LÊ HEYE EM Ê TÊBIKOŞIN’
Hevberdevkê Yekîtiya Ekolojiyê Guner Yanliç ku axaftina vekirinê kir, wiha got: “AKP û MHP bi salan e ku rûxandinên mezin ên ekolojiyê pêk tînin û li cihên ku ev rûxandin çêdibin têkoşîn û berxwedaneke mezin heye. Deng li her derê bilind dibe. Me Yekitiya Ekolojiyê ji bo piştgiriya van têkoşînan ava kir. Yekitiya Ekolojiyê dê ji niha pê ve jî têkoşîna xwe bileztir û xurtir bimeşîne.”
Piştî axaftina vekirinê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.