Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin

img
ŞIRNEX - Dadgeha Bilind biryara “îstîmlaqkirina lezgîn” a bi daxwaza karsaz Suleyman Bolunmez hatiye dayîn betal kir. Tevî biryara betalkirinê şîrketa Bolunmez xebatên xwe yên lêgerîna madênê didomîne.
 
Bi daxwaza karsazê AKP’î Suleyman Bolunmez li gundê Gundikremoyê ku 15 kîlometreyan dûrî navenda Şirnexê ye di 24’ê sibatê de ji bo lêgerîna madenê biryara “îstîmlaqkirina lezgîn” hate dayîn. Dadgeha Bilind biryara hatiye dayîn betal kir. Gundê Gundikremo bi ser kanên komirê ye û karsazê AKP’î Suleyman Bolunmez dixwest li van herêman lêgerîna madenê bide destpêkirin. Lê belê ji gundiyan Alî Atak destûr neda li ser zeviya wî lêgerîna kana madenê were kirin. Atak serî li Dadgah Asliyeyê ya Şirnexê da û biryar tevdîrê da girtin. Lê belê Parlamenterê AKP’î yê berê û karsaz Suleyman Bolunmez xwest kad bi lezgînî were îstîmlaqkirin. Li gel daxwazê, biryara îstîmlaqkirina lezgîn hate dayîn. Li gel biryarê hê ku tapû nehatin dewrkirin, şîrketa Bolunmez dest bi lêgerîna madenê kir. 
 
‘SEDEMA ÎSTÎMLAQKIRINA LEZGÎN NÎN E’
 
Dadgehê lêgerîna kanê li Şirketê qedexe kir lê belê Bolunmez derbarê zeviyê de biryara “îstîmlaqkirina lezgîn” da girtin. Atak biryarê bir Dadgaha Bilind. Dadgeha Bilind dosyeyê lêkolîn kir û ji Lijneya Rêvebera a Midûrtiya Giştî ya Kargehên Komirê yên Tirkiyeyê sedema “biryara fêdeya cemaweriyê” a hatiye erêkirin xwest. Lê belê derbarê sedema biryarê de tu belge ji dadgehê re nehatin dayîn. Dadgeha Bilind da zanîn ku sedema biryarê nehatiye zelalkirin û ji ber vê yekê biryara hatiye dayîn derveyî hiqûqê dît.
 
BIRYAR BI TEVAHIYA DENGAN HATE BETALKIRIN
 
Dadgeha Bilind bal kişand ser qanûnên milkiyeta taybet û diyar kir ku îdare xwedî rayeya dest danîna neguhezbaran nîn e. Dadgeh da zanîn ku divê biryara “îstîmlaqkirina lezgîn” li gorî qanûnan bê girtin û biryara hatiye dayîn, bi tevahiya dengan betal kir. 
 
Tevî biryara Dadgaha Hiqûqê ya Asliyeya Şirnexê ya ji bo şîrketa Bolunmez lêgerîna kanê qedexe kiriye jî ev 4 sal in şîrketa Bolunmez di çarçoveya “îstîmlaqkirina taybet” de lêgerîna kanê didomîne. Şirketa Bolunmez tevî biryara Dadgeha Bilind dest ji xebatên xwe bernade. 
 
'DEST DANÎN SER MILKÊ GUNDIYAN'
 
Parêzerê Atak, Alî Bayram bi bîr xist ku îdare caran ji bo “fêdeya cemaweriyê” biryarên îstîmlaqkirinê dide girtin. Bayram da zanîn ku fîrmaya behsê xeberê tevî ku biryarek nehatiye dayîn bi ser milkê muwekîlê wî xebatên kanegeriyê daye destpêkirin û wiha got: “Li gorî me biryar jê re hatiye dayîn ne li gorî hiqûqê bû. Xwediyên fîrmayê bêyî destûr xwestin bi biryara îdareyê dest danîbûn ser milkê muwekîlê min. 
 
Bayram bi bîr xist ku Dadgeha Bilind pirsa sedema biryara îstîmlaqkirina lezgîn kiriye, bersivekê negirtiye û axaftina xwe wiha domand: “Divê îstîmlaqkirin bi delîlên şênber werin kirin. Divê li gel sedemê fêdeya cemaweriyê jî tê de hebe. Dadgeha Bilind ji ber sedem nehatibû diyarkirin biryarê betal kiriye. Me jî bi heman sedeman doz da vekirin. Dadgeha Bilind gundiyan mafdar dît biryara hatiye dayîn betal kir.”  
 
‘ME DERBARÊ SUCDARAN DE DOZ VEKIR’
 
Bayram diyar kir ku di pêvajoya derbasbûyî de gung gelek hate texrîbkirin û da zanîn ku ew ê bibin şopdarê pêvajoyê û ev tişt gotin: “Fîrma bêyî tu destûrê bistîne, bi awayekî derveyî hiqûqê mudaxile li gundê Gundikremoyê kir. Hêj ku lêpirsîn berdewam dike û fîrmaya xwedî raye xebatên xwe yên kanegeriyê didomîne, guh nade biryarên dadgehan. Gelek milkê gundiyan li gund hene. Xanî, bax û bostan hene. Di salên 90’î de gund hate valakirin, xanî hatin texrîbkirin, li hemberî bîranînînên gundiyan ên manewî bêhurmetî hate kirin. Lê belê têkoşîna hiqûqê ya me û gundiyan berdewam dike. Me dozên madî û manewî dan destpêkirin, derbarê sûcdaran de gilî kir. Me lêpirsîna cezayê jî da destpêkirin. Em ê şopandina doza gundiyan a mafdar bidomînin.”