Ekolojîst li herêma şewatê ne: Têkoşîna ekolojiyê bivênevê ye

img

AMED -  Ekolojîstên ku heêrma şewatê ya di navbera Çinar û Şemrexê de ziyaret kirin, bal kişandin ser polîtîkayên talankirina xwazyê yên desthilatê û gotin: "Navenda rantê ya ku bûye sedema şewatê DEDAŞ e." 

 
Tevgerên ekolojiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyay, serdana herêma şewatê ya di 20'ê Hezîranê de li navbera navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê şewitî û 15 kest lê jiyana xwe ji dest dan, kirin. Şande ewilî çû gundê Kelekê yê Şemrexê û li vir lêkolîn kir û bi gel re hevdîtin kir. Paşê şande çû gundê Tobîniyê yê navçeya Çinar a Amedê û li vir daxuyanî da. Di daxuyaniy de pankarta "Kiryar diyar e, bila berpirs hesab bidin" hat vekirin. 
 
'SEDEMA ŞEWATÊ DEDAŞ E'
 
Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Gokhan Saran anî ziman ku navenda rantê ya bûye sedema şewatê DEDAŞ û desthilat e ku bi tu awayî mudaxileyî şewatê nekiriye û got: "Şewata çêbûye qesda canê gel û malê wan kiriye û di ekosîstemê de texrîbateke mezin çêkiriye." 
 
Saran diyar kir ku bi salan e li hemberî gelê Kurdistanê û erdnîgariya Kurdistanê di warê aborî, ekolojiyê û çandî de qirkirin çêdibin û qadên jiyanê tên texrîbkirin. 
 
Saran bibîr xist ku di raporên wan de yên li gor lêkolînan hatine amadekirin sedema şewatê ji ber ceryanê bûye û got: "Li hemberî vê rastiya desthilatê ya ku bi her awayî hevsengiya xweza û civakê serobino dike têkoşîneke ekolojiyê ya gerdûnî bivênevê ye." 
 
Paşê Hevberdevka Komîsyona Ekolojî û Çandiniyê ya DEM Partiyê Melîs Tantanê axivî. tantanê jî destnîşan kir ku saziyên cemaweriyê berprisiyariya xwe bi cih neanîne û bang kir ku divê herêma şewatê wekî herêma karesatê bê îlankirin. 
 
Hevberdevkê Yekîtiya Ekolojiyê Süleyman Eryilmaz jî got: "Ev şewat, qethiyen ne şewata ji prêzeyê ye. Me simbilên neşewitîne dîtin. Şewat ji ber ceryanê çêbûye. Em bi rûxandineke mezin r erû bi rû ne. Em soz didin em li her derê Tirkiyeyê piştevaniya bi we re xurt bikin." 
 
Piştî axaftinan şandeyê lêkolînên xwe domandin. Şande wê di pêş de raporekê amade bike û bi raya giştî re parve bike.