Têkoşerên Hasandinê: Em ê vê derê nedin şîrketan

img
AMED - Welatiyên li dijî lêgerînên rezervên madenan ên li zozanên Hasandinê di çalakiyê de ne wiha gotin: "Em ê van deran nedin şîrketan.” 
 
Zozanên Hasandinê yên li navçeya Pasûra Amedê di hedefa şîrketên kana madenan de ne. Tîmên girêdayî şîrketekî kana madenê, di 24’ê tîrmehê de li herêmê xebata sondajê kir lê belê numûne negirt. Şêniyên li herêmê bertek nîşanî vê yekê dan û li dijî lêgerîna rezervê ya madenê, çalakî li dar xistin. 
 
Ava vexwarinê ya 6 taxan û bi dehan mezrayan, ji kaniyên zozanên Hasandinê tên temînkirin. Herwiha herêm ji bo sewalkariyê û mêşvaniyê jî gelek girîng e.  
 
Welatiyên di çalakiyê de ne ji ber van sedeman li dijî xebatên madenvanî yên li herêmê derdikevin. 
 
‘EM DESTÛRÊ NADIN’
 
Ji jinên di nav çalakiyê de ne Narîn Guzel, bertek nîşanî kanên madenan da û wiha got: “Em naxwazin li vê derê madenvanî were kirin. Dema ku Hasandin ji dest çû dê Pasûr jî tune bibe, dê navçe jî nemîne. Kî dibe bila bibe, em naxwazin tu kes were van deran. Em ê destûrê nedin ku van deran hilweşînin. Em tu kesî li van deran naxwazin.”
 
Ji şêniya gundê Koçîkayê Ayten Çelîk a di nav çalakgeran de cih digire da zanîn ku ew ê destûrê nedin maden jîngehên wan ji holê rakin û wiha got: “Ez tevahiya gelê Pasûrê vedixwînim xwedîderketina li zozanê. Heke zozanên me ji dest me derbikevin, ma em ê biçin ku derê? Em ê sewalên xwe bibin ku derê? Em ê xwedî li zozanên xwe derbikevin. Em kesek jî bimînin dê destûrê nedin şîrketan. Gelê Behra Reş û Cizîrê çawa li ber xwe dide, em jî dê li ber xwe bidin. Ev der axa me ye.”
 
‘EZ TENÊ JÎ BIMÎNIM DÊ DESTÛRÊ NEDIM’
 
Ayhan Ateş jî da zanîn ku wekî tişta li Çemê Pasûrê kirine, dixwazin sepanekî wekî wê li vê derê jî têxin dewrê û wiha got: “Heke zozan jî biçe dê 6 tax bêav bimînin. Dê tevaniya Pasûrê bêav bimîne. Bi tang û topan jî bên, em ê vê derê nedin şîrketan. Em ê destûrê nedin Hasandin jî wekî Çemê Pasûrê tune bibe. Heke ez tenê jî bimînim dê destûrê nedim ku ev şîrket li vê derê madenvaniyê bike.” 
 
Ji şêniyê gundê Nerçîkê Cengîz Yildirim jî anî ziman ku dema kanên madenê ketin Hasandinê dê ev der bêbêhn were hiştin û ev tişt gotin: “Divê em piştî vê gavê berpirsyartiyên mezintir bigrin. Divê ji baroyê heya komeleyan, ji keyayan heya gel her kesek bibe yek. Hasandin jiyana me ye, bêhna me ye. Ji 7 saliyê heya 70’ê salî divê her kesek xwedî li Hasandinê derbikeve. Ev şîrket heta me nekujin dê nekarin bikevin van zozanan."  
 
Ji mezraya Hêlînê Cahît Altûn jî berteka xwe wiha anî ziman: “Em li van zozanan sewalkariyê dikin, li van deran dijîn. Em di vê xwezayê de madenan naxwazin. Ji ber dema ev der wek qada madenê hate îlankirin dê bi siyanûrê av û qada me jehrî bikin. Em naxwazin ji zarokên xwe re mîrateyekî xirab bihêlin. Em ji madenê re bibêjin na.” 
 
MA / Mujdat Can