Şîrketa çavberdaye Hasandinê diyar bû

img
AMED - Hat zanîn ku şîrketa çavberdaye Zozanên Hasandinê û lêgerîna madenan dike, Şîrketa Anonîm a Madenvanî û Bazirganiya Derve ye. Şêniyên gund ên serî li Baroya Amede dan dê di 10’ê tebaxê de mitîngê li dar bixin.  
 
Hat zanîn ku şîrketa çavberdaye Zozanên Hasandinê yên navçeya Pasûr a Amedê û lêgerîna madenan dike, Şîrketa Anonîm a Madenvanî û Bazirganiya Derve ye. Şîrket, di Rojnameya Tîcaret Sîcîliyê de aydê kesên bi paşnavê Eren xuya dike. Rûxseta lêgerîna madenan ku dê li qadeke bi hezar û 970 metrekareyan bike jî di 2’yê tîrmeha 2023’yan de wergirtiye. Dema rûxsetê heta 2’yê tîrmeha 2028’an derbasdar e. Şîrket, li gel madeyên xam ên weke sodyum, potasyum, lîtyum, îyot û xwêya borê, di heman demê de dê xebatên enerjî û madenên metalîk jî bimeşîne. 
 
DI 10’Ê TEBAXÊ DE DÊ MITÎNG BÊ LIDARXISTIN
 
Şêniyên herêmê li dijî xebatên madenê yên li deverên zozan û çavkaniyên wan ên avê bibertek in. Welatî, ji 24’ê tîrmehê heta niha li dijî projeya madenê ku dê bandorê li 6 gundan û bi dehan mezrayan bike li ber xwe didin. Şêniyên gund, çendek roj berê meşek li dar xistin û niha jî amadekariya mitîngeke mezin dikin. Gundiyan li ser medyaya dijîtal ragihandin ku dê di 10’ê tebaxê de mitîngê li dar bixin. 
 
PÊVAJOYA HIQÛQÎ HATE DESTPÊKIRIN
 
Li hêla din dê têkoşîna hiqûqî bê domandin. 122 welatiyên herêmê serî li Baroya Amedê dan û daxwaza piştgiriya hiqûqî kirin. Bi daxwaza betalkirina rûxseta şîrketê dê baro di rojên pêş de li Dadgeha Îdareyê ya Amedê dozê veke. 
 
MA / Mujdat Can