Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin

img

ENQERE - Zanyaran di kûrahiya zinarên Marsê de cara ewil rezervuarên avê keşf kirin. 

 
Zanyaran di kûrahiya zinarên Marsê de cara ewil rezervuarên avê keşf kirin. Di demên berê de zanyaran îspat kiribûn ku li daîreyên cemseran ên Marsê ava qerisî û li atmosfera wê hilm heye lê nekarîbûn xwe bigihînin avê. Li gorî daxuyaniya Danezanên Akademiya Zanistan a Neteweyî ya DYA’yê, li gerstêrka Marsê cara ewil rezervuarên avê hatin dîtin. 
 
Ji Enîstîtûya UC San Diego Scripps Oşinografiyê sereklêkolîner Dr. Vashan Wright têkildarî dîtina avê wiha got: “Ji bo fêmkirina pergala avê ya li Marsê, avhewayê wê, rûyê erdê û hundirê wê ev agahî agahiyeke krîtîk û girîng e.” Ji Zanîngeha Californiayê Profesor Michael Manga jî ku tev li lêkolînê bûbû, ev tişt anî ziman: “Av, molekûla herî girîng a teşe dide peresana gerstêrkekê ye. Ev ava hatiye dîtin, bersiva pirsa ‘tevahiya ava Marsê bi ku de çû?’ jî dide. Heta av nebe, jiyan jî nabe. Anku heke li Marsê cihên mirov bikare lê bijî hebin, ew dibe ku niha di kûrahiya binerdê de bin.”