Manîsa 6 roj in dişewite

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şewata daristanê ya li navçeya Gordesê dest pê kir û belavî gundên navçeya Salîhliyê bû, 6 roj in didome. Gundê Karayakûp bi temamî şewitî. 
 
Şewata daristanê ya li navçeya Gordesê dest pê kir û belavî gundên navçeya Salîhliyê bû, 6 roj in didome. Şewata daristanê ya nêzî taxa Boyali ya navçeya Gordesê dest pê kir, bi bandora bayê bil ez belav dibe. Li taxên Kayacik û Kaşikçi jî şewat derket. Şewata ku nikare were kontrolkirin, gihişt gundên Salîhliyê. 
 
Di şewatê de gundê Karayakûp ê ji 20 malan pêk dihat bi temamî şewitî, mizgeft jî di nav de hemû malên li gund şewitîn û êdî nikare bên bikaranîn. Li navçeya Salîhlî ya şewat gihiştê jî li taxa Kaleyê hin mal şewitîn. Bi armanca tedbîrê 4 tax hatin valakirin, hemwelatiyan hewl dan tişt û sewalên xwe xelas bikin. Li herêma ku şewat bi bandor e bi hezaran hektar darixtan şewitî û gelek sewal jî mirin. Zirara ku şewatê daye hawîrdorê û ekolojiyê jî hêj tam nehate tespîtkirin. 
 
Mudaxileya li dijî şewatê ji hewa û bejahiyê berdewam dike. 
 
ÎZMÎR
 
Xebatên mudaxileya şewata beriya 2 rojan li qada daristanê ya li navçeya Menderes a Îzmîrê derket bedewam dikin. Xebatên vemirandina şewata ku di 17’ê tebaxê de li hawîrdora taxa Şaşal derket, tevahiya şevê ji bejahî berdewam kir. 
 
ÛŞAK
 
Li navçeya Eşme ya Ûşakê, şewata li qadeke bi giya dest pê kir û belavî daristanê bûbû. Mudaxileya şewatê ya ji bejahî û hewayî berdewam dike. Waliyê Ûşakê Tûran Ergun ê daxuyanî da, diyar kir ku şewat li herêmekê hatiye asêkirin û hemwelatiyên ji gund û mezrayan hatibûn tahliyekirin vegeriyane malên xwe. 
 
MÛGLA
 
Li Mûglayê duh di saetên nîvro de li 3 herêman şewatan bi awayekî hemwext dest pê kirin. Xebatên têkildarî şewatan berdewam dikin. 
 
AYDIN 
 
Li navçeya Bozdogan a Aydinê jî mudaxileya li dijî şewata ku di 16’ê tebaxê de li qada daristanî dest pê kir û li jîngehan belav bû, berdewam dike. Ji ber şewatê gelek tax hatin valakirin, gelek mal û zindî şewitîn.