Rapora ÇED’ê ya madena Licikê hate betalkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rapora ÇED’ê ya medena Licikê ku bûbû sedema mirina 9 karkeran, hate batalkirin.       
 
Mûrat Kûrûm ê AKP’î di dema xwe de Rapora Nirxandina Bandora ser Hawîrdorê (ÇED) da madena zêrê ya bi sîyanûrê a li navçeya Licika Erzînganê. Karkerên di encama cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dane bi mehan nehatin dîtin. Li gorî nûçeya Arti Gerçekê Rapora ÇED’ê ya madenê ku bû sedema mirina 9 karkeran hate betalkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku Şîrketa Anagoldê di hezaza meha sibatê de rewşa hezaz û lêhiyê baş berçav negirtiye 
 
FAYA DÎVRÎXIYÊ PIŞTGUH KIRINE 
 
Di raporê de hat gotin ku di depoya bermayiyan de ji bo perçeyên biçûk tev li hewayê nebin, lêkolînên pêwîst nehatine kirin, derbarê mijarê de encamên lêkolînê di raporê de nehatine bicihkirin. Herwiha di biryara dadgehê de ev tişt hatin gotin: “Faya erdhejê ya Dîvrğî berçav nehatiye girtin, di karesatekî bê de tevdîrên pêwîst nehatine girtin.”
 
SEDEMÊN BETALKIRINA ÇED’Ê 
 
Di berdewama raporê de ev tişt hatin gotin: Fayên erdhejê nêzî herêma madenê ne, erdehejên mezin dikarin rasterast bandorê li madenê bikin, ji ber herêm çiyayî ye baran dibin sedema hezazê lewma maden ji bo lêhî, erdhej û aşûtê talûkeyên mezin dihewîne.”