Tê xwestin ku xwezaya Goleyê bi kanên madenê bê tunekirin

ERDEXAN - Li navçeya Goleyê roj bi roj talana xwezayê zêde dibe û niha jî bi çêkirina kanên madenê di rojevê de ye. Komeleyên xwezayê û gundî dibêjin ku ew ê destûr nedin projeyê. 
 
Yek ji xweza û avhewaya herî xweşik jî li navçeya Gole ya bajarê Erdexana bakurê Kurdistanê ye. Roj bi roj li vê navçeyê talana xwezayê zêdetir dibe. Niha jî çêkirina kanên madenê li talana xwezayê hatiye zêdekirin. Li gundê Gewrik niha jî ji aliyê Holdînga Kozayê ve tê plankirin ku kanên zêr û sifir bên avakirin. Tevî hemû nerazîbûn û dijderketina gundiyan jî tê diyarkirin ku wê demek kin tesîsên siyanüre bên destpêkirin. Komeleyên xwezayê û gundî tînin ziman ku ew ê destûrê nedin avakirina kanên madenê. 
 
‘EM KANÊN MADENÊ NAXWAZIN’ 
 
Serokê Komeleya Parastina Xwezayê ya Erdexanê Omer Turan  diyar kir ku kana sifir û zêr a ku tê plankirin li herêmê bê avakirin, li ser mêrgên bi bereket e û wiha got: “Em li vir bi çandinî û sewalkariyê re mijûl dibin. Kana ku dê bi rêbaza vekirî bê çêkirin dê bandoreke neyînî li 5 gundên herêmê bike. Weke komele me der barê kana madenê de agahî da hemû gundiyan. Kes kanan naxwaze. Cihê ku kana madenê lê bê avakirin 150 metre dûrî malan e. Malên me nikarin li ber kanên madenê li ber xwe bidin. Xaniyên me dê bi dînamîtên ku di dema xebatên lêgerîna madenê de bên teqandin wêran bibin. Wekî din, kana ku dê were avakirin li ser xeta fayê cih digire. Lê tevî van hemûyan jî di çêkirina kana madenê de tê israrkirin.” 
 
‘EM DIXWAZIN LI GUNDÊ XWE BIJÎN’ 
 
Turan nerazîbûn nîşan da ku cih û warê wan wek herêmek bêqalîte ya mêrgan hatiye dîtin û got: “Em êmê sewalên xwe ji van mêrgên xwe dabîn dikin. Piştî ku xebata lêgerîna madenê bi erênî encam bibe dê paşê hawizên siyanûrê bên avakirin. Wê ev hewz xesarek mezin bidin xwezaya me. Di ber vê madena ku tê xwestin ava bikin de çem derbas dibe û diçe ser Çemê Kurayê. Lêgerîna madenê wê erdnîgariya Erdexanê talan bike. Ev der xwedî xwezayek xweşik e. Çêkirina kanên madenê ne li gorî aqilan e. Wê bi madenê bikin ku jiyan li vir îdare nabe. Lê em dixwazin li gund û warên xwe bijîn. Em dibêjin dest nedin gundên me.” 
 
‘WÊ LI VIR HER TIŞTÊ ZINDÎ TUNE BIBE’ 
 
Gundiyê bi navê Siyamî Irmak jî da zanîn ku cihê ku wê maden lê bê avakirin 150 metre dûrî gund e û wiha got: “Em naxwazin kanên madenê bên avakirin. Wê vê dewlemendiya erdnîgariya me bikin qurbanê madenê. Xelkê me kes vî tiştî naxwaz e. Dixwazin me mehkûmî sirgûnkirinê bikin. Wê li vir her tiştê zindî tune bibe. Li navçeya Îlîçê ya Erzînganê çi bû wê li vir jî heman tişt bibe. Şerm e, guneh e. Cihekî me din ku em biçinê tune ye. Em debara xwe bi sewalkariyê dikin. Lê dixwazin wê jî ji destê me bikin. Gundî ava xwe ji newalê tînin, heke kana madenê were avakirin wê ava me neyê vexwarin û em ê nikaribin nefesê bigirin. Heke maden bê avakirin dê gund tune bibe. Em kana madenê naxwazin.” 
 
GUNDÎ NERAZÎBÛN NÎŞAN DIDIN 
 
Nûrtaç Irmak jî da zanîn ku nexweşiya astimê lê peyda bûye û ji ber vê yekê jî wê maden bandorek neyînî li serê bike û got: “Em ji cih û warên xwe memnûn in. Em madenê naxwazin. Bila neyên vir. Qey gelo ne heyfa darên me ne? Wê hemûyan rakin. Îhtiyaca mirovan bi daran heye.” 
 
NAXWAZIN JI WARÊ XWE KOÇ BIKIN 
 
Kezban Irmak jî anî ziman ku ew naxwazin cihê lê dijîn biterikînin û wiha got: “Em li vir mezin bûn. Em xelkê vir in. Em naxwazin li gundê me maden bê çêkirin. Malên me wê hilweşînin. Cihê me yê din tune ku em biçinê. Em ji kana madenê re dibêjin 'na'. Siberoja me û zarokên me li ser vê axê ye. Em dixwazin zarokên xwe li vir perwerde bikin. Em teqez kana madenê naxwazin. 19 sal in ez zewicî me û me bi hemû derfetên xwe xaniyek çêkir. Heger maden bê avakirin, tu cihek din ku em biçinê tune ye. Derfetek me din tune ku em li bajêr xaniyek kirê bikin."
 
Bîlgî Irmak jî destnîşan kir ku bi avakirina kana madenê dê felaket li gundê wan û li ser serê wan rabe. 
 
Erhan Irmak jî da zanîn ku nexweşiya penceşêrê li wî ketiye û got: “Ez ji kezeb û pişê xwe nexweş im. Penceşêr li min ketiye. Tenê cihê ku em dikarin lê bijîn ev der e. Ez karê çandinî û sewalkariyê dikim. Em madenê naxwazin û jê re dibêjin ‘na’. 
 
Cemal Irmak jî diyar kir ku ew teqez madenê naxwazin û got ku ew ê eraziyên xwe nekin qurbanê madenê. 
 
‘WÊ RÊ LI BER MIRINÊ VEKE’ 
 
Erdal Irmak jî anî ziman ku ev qada madenê ku bê avakirin wê ji xeynî zirarê tu feydeyê li wan neke û heke ev maden bê avakirin dê li herêma wan sewalkarî û çandinî biqede û bibe sedema valahiya îstîhdamê. Irmak da zanîn ku ji bo ev kana madenê neyê çêkirin hewce bike dê canê xwe bidin û got ku wê ev maden rê li ber mirinê veke.