660 hezar lîre ceza li kujerê pezkuvî hate birîn

img
ŞIRNEX - Li çolterên gundê Hesana ya li qûntarê Çiyayê Cûdî, kesekî pezkoviyek kuşt. Li kesê pezkuvî kuştiye re 660 hezar lîre ceza hate birîn. 
 
Kesekî li çolterên gundê Hesana yê li qûntarê Çiyayê Cûdî ya navçeya Silopiyaya Şirnexê pezkoviyek kuşt. Cezayê îdarî yê pereyan li kujerê pezkuvî hate birîn. Bi agahîdayîna Şaxa Midûriyeta Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî, kujerê pezkuviyê hate binçavkirin. Bi giştî 660 hezar lîre cezayê îdarî yê pere li kujer hate birîn û piştre hate berdan.